NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye 2021-05-11 15:47:31   ENQERE – Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku derbarê sûcê qirkirinê ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk aniye de “delîlên vekirî û qanihker” bi dest xistine.      Koma Lêpirsînê ya Sûcên DAIŞ’ê Kirine ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) derbarê sûcê qirkirinê ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk aniye de “delîlên vekirî û qanihker” derxist holê.  Serokê UNITAD’ê Karim Ahmad Khan, diyar kir ku derbarê êrişên li dijî êzidiyan ên li Şengalê û qetilkirina personelên leşkerî û xwendekarên bêçek ên Akademiya Hewayî ya Tîkrîtê de du dosyayan lêkolîn kirine.      SÛCÊ QIRKIRINÊ     Khan, diyar kir ew dikare bibêje ku li gorî lêpirsînên bêalî û serbxiwe, standartên navneteweyî û pêkanînên NY’yê sûcên ku li dijî êzidiyan pêk hatine sûcên qirkirinê ne û vê derbarê de delîlên vekirî û qanihker dîtine. Khan, da zanîn ku derbarê sûcên înfaz, koletî, koletiya zayendî, li dijî zarokan de delîlan bi dest xistine.   ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Khan, bi lêv kir ku heman sûcan li Balefirgeha Tîkrîtê jî dîtine û dîmenên popagandayan ên derbarê cînayetan de delîlên ku teşvîqa sûcê qirkirinê hatiye kirine û ev tişt got: “Di hemû dîmenan de DAIŞ dibêje, ‘We wan li kuder dît bikujin’. Di pêvajoya lêpirsînê de derket holê ku ew qapasîteya DAIŞ’ê heye ku çeken kîmyewî û biyolojik hilberîne. Piştî dagirkirina Mûsilê, mirovên zanîstê û pisporên tipê yên di nav DAIŞ’ê de klora li navendên denizelandina avê kirin çek û li ser girtiyên nexweş ceribandin.”      DIVÊ SÛCDAR BÊN DARIZANDIN   Di berdewamê de Khan, ragihand ku di nav delîlên ku berhev kirine de şîrket û kesên ku di hêla aborî de piştgirî dane DAIŞ’ê jî tespît kirine û got ku belgekirine sûcan tenê ne bes e û piştgirî dide darizandina endamên DAIŞ’ê.      Khan, da zanîn ku daxwaz kirine ku kavilên 9 goristanên komî yên gundê Koço jî xwestine.