Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye! 2021-05-11 16:58:13   AMED - Li Girtîgeha Amedê ya Jinan ku testa 8 girtiyên jin pozîtîf derket û bi 5 jinan re jî nîşaneyên vîrûsa koronayê hene, weke ku tu bergirî nayên girtin bijîşk jî tune ye.    Li Girtîgeha Amedê ya Jinan gardiyanan di 3’yê gulanê de bi ser qawişan de girtibû. Piştî serdegirtinê ji 11 jinên ku li qawişa B-11’ê dimînin bi 8 jinan re nîşaneyên vîrûsa koronayê derket. Piştî ku ji 11 jinan 2 jê aciz bûn di 4’ê gulanê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Di testên hatin kirin de testa herdu jinên girtî pozîtîf derket. Ligel ku testa herdu jinan pozîtîf derket, testa jinên di heman qawişê de dimînin jî hat kirin. Di encama testan de testa 6 jinên din jî pozîtîf derket. 3 jinên din ên ku testên wan negatif derketin jî di qawişeke din de kirin karantînayê.    Jinên ku testa wan pozîtîf derket di roja 7’emîn a karantînayê de ne. Vê carê jî bi 5 jinên li qawişa B-12’ê dimînin re nîşaneyên vîrûsê dest pê kir. Îdareya girtîgehê daxwaza testê ya jinan qebûl nekir. Hat hînbûn ku nexweşiyên kronîk ên girtiyên di qawişa B-12’ê de girtîne hene û di nava wan de Endama Lijneya Rêveberiyên Heremî ya HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn ku di Tîrmeha 2020’an de di serdegirtina malê de îşkenceya bikuçik lê hatibû û tedawiya penceşêrê dibîne jî heye.    BERGIRÎ NAYÊN GIRTIN   Xizmên girtiyên ku bi vîrûsê ketine diyar kirin ku li gel vîrûsa koronayê ya ku 7 roj in li girtîgehê dest pê kiriye jî xwarinên ku bi vîtamîn nadin girtiyan û bi hêceta qedexeyan kantîna girtîgehê jî girtî ye. Ji aliyê din ve xizmên girtiyan dan zanîn ku li gel 5 girtiyên di qawişa B-12’ê de dimînin jî nîşaneyên vîrûsa koronayê bi wan re hene jî nayên tedawîkirin û testa vîrûsa koronayê ya tu girtiyan nehatiye kirin.    LI GIRTÎGEHÊ BIJÎŞK TUNE YE   Hat diyarkirin ku bijîşkek ku li revîra girtîgehê dixebitî, ji ber nîşaneyên vîrûsa koronayê nîşan dane ji girtîgehê veqetiyaye. Bijîşkêk din a hat şûnê û ew jî veqetiyaye. Hat destnîşankirin ku niha tu xebatkarên tenduristiyê li girtîgehê tune ne.