Destûr nedan cenaze bişon 2021-05-12 07:54:28     MÊRDÎN – Malbatan cenazeyên 2 endamên HPG’ê yên di şerê li Bagokê de jiyana xwe ji dest dan, li Nisêbîn û Qoserê defin kirin. Polîsan destûr nedan ku malbat cenazeyan bişon û li ser nimêj bikin.    Di 8'ê Gulanê de li Gundê Badibê yê li herêma Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê di navbera TSK û HPG'ê de şer derketibû. Di şer de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî malbatan cenaze teşhîs kirin, cenazeyên zarokên xwe  girtin û defin kirin.    Aşkere bû ku yek ji wan Ramazan Aslan (Bager) ê ji Nisêbînê ye û Bayram Kûzû (Bager Qoser) û Mazlûm Kizil ên ji Qoserê ne. Malbatên HPG'iyan hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji bo cenazeyan werbigirin ketin nava hewldanan. Lê rayedaran wesayita cenaze nedan malbatan. Malbat jî neçar man ku ambûlanseke taybet kirê bikin. Malbata Ramazan Aslan cenaze li Goristana Mohris a Nisêbînê veşartin. Polîsan, dor li goristanê girtin û nehiştin ku ji xeynî endamên malbatê kesên din tev li merasimê bibin. Malbatê xwest ku cenaze li Goristana Hecace veşêre, lê polîsan nehiştin. Li ser vê yekê malbatê cenaze li Goristana Mohrisê veşart. Polîsan dîsa destûr neda ku malbat cenaze bişo û nimêjê li ser cenaze bike. Tenê 4 kes beşdarî merasimê bûn û cenaze defin kirin.    Malbata Bayram Kûzû jî cenaze birin Qoserê û xwest li Goristana Malbatê ya Kûzûlar Kume Evlerî veşêr in. Lê heman astengî danîn pêşiya wan û bi hinceta 'pîvanên şewbê' destûr nedan ku nimêj li mizgeftê bê kirin. Dîsa polîsan destûr nedan ku cenaze bê şuştin û malbat neçar ma ku ji ber astengiyan cenaze yekser veşêre. Cenazeyê Mazlûm Kizil jî birin gundê Girêbîr/Dubîrka, lê eskeran heman astengî li vî gundî jî derxistin û nehiştin malbat cenaze bişo û bi girseyî defin bikin.