Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin 2021-05-12 11:06:07 AMED - Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier diyar kir ku Tirkiye bi operasyona eskerî ya dawî armanc dike ku li heremê mayînde bimîne û operasyon bi helwestek yekitiya neteweyî dikare bê sekinandin.   Operasyona eskerî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 23’ê Nîsanê de li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve da destpêkirin berdewam dike. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier operasyona ku ket roja 20’an nirxand û anî ziman ku Tirkiye 40 sal in van operasyonan dike lê bi operasyona eskerî ya dawî armanc dike ku li heremê mayînde bimîne.    ARMANCÊN OPERASYONÊ    Taşçier da zanîn ku hêzên paramîlîter ên bi navê Artêşa Suriyeyê ya Azad (OSO) ku girêdayî Tirkiyeyê ye jî di nava operasyonê de cih girtine û wiha got: “Bi operasyonê armanc dikin ku bigihin sînorên Mîsak-i Mîllîyê. Di nava vê operasyonê de Şengal, Mûsil, Kerkuk, Hewlêr û Silêmanî jî hene. Ev ne armanceke hesan e. Ev operasyon ne li dijî rêxistina ku gefan li wan dixwe ye ev şerekî li dijî hemû kurdan e. Operasyoneke weke vê li Rojava hat destpêkirin niha jî li Başûrê Kurdistanê pêk tê. Bi operasyonan dixwazin li wan deran bi cih bibin. Dema bi cih bûn jî wê armanc bikin zêdetir bikevin hûndir. Ev operasyon xeyalên Tûraniya ne. Dikarin van xeyalên xwe pêk bînin? Qet nikarin pêk bînin, ji ber ku kurd musadeyê vê nakin.”   LI DIJÎ OPERASYONÊ YEKITÎ   Taşçier destnîşan kir ku helwestek yekitiya netewî ya di nava kurdan de dikare vê operasyona dersînor bide sekinandin û wiha berdewam kir: “Operasyon ji bo hemû erdnîgariya kurdan gefek e. Di 5 salan de têkildarî sînorên ku beriya sedsalan hatine xêzkirin, dagirkirinên nû dest pê kirin. Bûyereke Hatayê hebû, pişt re bi Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî berdewam kir. Niha jî armanc dikin ku Zap, Metîna û Avaşîn dagir bikin. Operasyon derketin derveyî armancê. Li van deran dagir bikin jî nasekinin. Tirkiye ji bo bikeve pêşiya statu girtina gelê kurd, di her qadê de mudaxele dike. Êdî yekitiya netewî ya kurdan şert e. Bi yekitiya netewî, kurd dikarin bigihin jiyana azad ku armanc dikin. Divê hêzên ji xwe re dibêjin ez kurd im hemû li dijî van operasyonan bisekinin.”   MÎNAKA SADDAM   Taşçier bi bîr xist ku dîktatorê xistî yê Iraqê Saddam Huseyîn ku hat darvekirin, şerê li dijî kurdan bi rê ve dibir weke “li dijî pêşmergeyan” nîşan dida û anî ziman ku rewşeke weke vê bi gotina “li dijî PKK’ê ye” di vê operasyona tê birêvebirin de jî derket holê. Taşçier pirsa “Pirsgirêka Saddam kurd bûn, an pêşmerge bûn?” kir û bi lêv kir ku pirsgirêka kurd bi operasyonan nayê çareserkirin. Taşçier da zanîn ku polîtîkayên zext û mehandinê yên ji destpêka Komarê ve tên birêvebirin encam negirtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saddam Huseyîn biserneket. Îro jî ev pirsgirêk bi vî şiklî nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd encax bi rêyên demokratîk dikare were çareserkirin. Desthilat jî di ferqa vê de ye. Desthilata ku dizane pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin bi şer roj bi roj dihele. Wê di hilbijartina ewil de jî winda bike. Divê ev operasyon yekitiya neteweyî xurt bikin. Hemû partî, kesayet û rêxistin divê li dijî van operasyonan yekitiya xwe ava bikin. Divê vê gefê hemû partî bibînin. Êrişa li Başûrê Kurdistanê tê kirin li hemû parçeyan hatiye kirin.”