Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got 2021-05-12 13:38:27 DERSIM - Aqûbeta Mûrat Yildiz ê li Pulurê di êrişa bombebaranê de jiyana xwe ji dest da, hîna jî ne diyare. Malbat, baro û gundî, difikirin ku Yildiz hatiye kuştin, lê walîtî jî îdîa dike ku Yildiz nehatiye kuştin.    Niviyê nifşê sêyemîn ê Seyît Riza Mûrat Yildiz (28) ê li gundê Kilmer a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê dijiya, ji bo ku biçe zozanan û ji sewalên xwe re cih çêbike, di 7’ê Gulanê de bi wesayîta xwe diçe zozanên gundê Agaçpinar. Yildiz ê ji malê derdikeven, 6 rojin agahî jê nayê girtin. Tê îdîakirin ku Yildiz di bombebaran 7’ê Gulanê ya li çoltera gundê Aşkirik a Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de jiyana xwe ji dest da ye. Qereqola Cendirmeyan a Pulurê roja ewil a bûyerê bangî malbata Yildiz dike û ji malbatê dixwaze ku ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê bide. Bi vê yekê re vegotinên welatiyên li herêmê dijîn, îdîayên kuştina Yildiz bi hêztir dike.    Malbata Yildiz ji bo mînaka xwînê bi de çû Meletiyê û derbarê bûyerê de jî daxuyaniyên nû tên dayîn.    BAVÊ YILDIZ: WÎ ŞOPANDIN   Bavê Yildiz Mazlûm Yildiz ê di 9’ê Gulanê de, ji ajansa me re axivîbû, wiha gotibû: “Dema ku kurê min ji malê derdikeve wî dişopînin. Piştre jî me agahî jê negirt. Ji qereqola Pulurê bangî min kirin. Eskeran wesayîta şewitîbû nîşanî min dan. Wesayît nedihat naskirin. Emê li benda testa DNA’yê bin.”    ONLU: SÛCÊ ŞERE   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu yê serdana malbata Yildiz kiribû jî, derbarê kuştina Yildiz de ev nirxandin kiribû: “Her tim bi heman hincet û bihaneyan mirinên sivîlan aşkere dikin. Di 5 salên dawî de, li Geliyê Pîlemûriyê û Çemê Venkê gelek sivîl hatin kuştin. Çi dibe bila bibe, li qada şer qetilkirina sivîlekê sûcê şere. Ev ciwanê me jî, ji bo heywanên xwe diçe zozanan, lê bi qetilkirinek wiha re rûbirû dimîne.”   TENÊ YILDIZ DIGIRIN GUND   Gundiyên Aşkirik ên ku me duh derbarê bûyerê de bi wan re hevdîtin kirin jî, diyar kiribûn ku roja ku bûyer bi qewime, eskeran di rê de kontrola nasnameyê dikirin, ji mûxtarê gund re gotibûn ku bila kes sewalên xwe dernexînin derve û destûr nedin ku kes bikeve gund. Welatiyan di dewama axaftina xwe de wiha gotibûn: “Tenê Mûrat girtin gund. Wesayîta ku Murat dişopîne piştî demekê paşve vedigere. Ji xwe dûre jî bûyer qewimî.”    ÎDÎAYA GEF LÊ XWARIBÛN   Derbarê bûyerê de, îdîaya herî balkêş û bibandor jî, yek ji hevalên Yildiz danî holê. Hevalê Yildiz ê ku ne xweş navê wî bê aşkerekirin, dest nîşan kir ku eskeran berê gef li Mûrat xwaribûn û ev agahî da: “Wê demê Mûrat ji min re got, ‘Dê tiştekê bînin serê min. Her tim min dişopînin.’”   BARO: GELO ÇIMA TENÊ DESTÛR DAN YILDIZ   Baroya Dersimê jî, duh derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku li gund derbarê bûyerê de lêkolîn kirin û wiha got: “Gundiyên derdorê çend roj berî bûyerê, dest nîşan kiribûn ku li herêmê operasyon hatiye dest pê kirin û herêm hatiye qedexekirin. Gundiyan, da bûn zanîn ku destûr nayê dayîn ku kes bikeve gundên Aşkirik û Kilmer. Lê esker tenê detûr didin Yildiz derbasî herêma operasyonê bibe.”    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Walîtiya Dersimê jî, li ser bertekên derbarê bûyerê yên mezin bûn de duh daxuyaniyek da, hemû pirs bê bersiv hiştin û darbarê aqûbeta Yildiz de, tu agahiyek neda.