4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin 2021-05-12 15:44:51   ENQERE - 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê bi şewba vîrûsa coronayê (Covid-19)  ketin.    Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li girtîgehan belav dibe. Malbat ji ber vê rewşê der barê tenduristiya zarokê xwe de bi fikar in. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriye 4 girtiyên din jî bi şewba vîrûsa Covid-19 ketin. Malbatan anîn ziman ku girti Saît Gurkan, Tamer Tanrikulu, Sinan Yaşar û Nurettin Kayar bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine. Girtî Saît Gurkan ku 28 salin girtî ye. Bira Mehmet Alî Gurkan bi telefonê bi Said Gurkan re axivî û fêr bû ku birayê wî bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) ketiye. Bira Mehmet Alî Gurkan, diyar kir ku birayê wî destnîşan kiriye ku li kawîşê 8 girtî dimînin û neviyê girtiyan bi Covit 19 ketine. Gurkan, da zanîn ku dest bi îlacan kirine û wiha got: "Em ji  tenduristiya wan bi fikar in."    Girtî Tamer Tanrikulu jî 27 salin girtî ye. Birayê wî Enver Tanrikulu jî anî ziman ku pişti telefonê wan kirine fêr bûne ku bi Covît-19 ketine. Tanrikulu, anî ziman ku piştî girti hatin sewqkirin şewba vîrûsê belav bû û wiha got: “Roja sêşemê li diya min geriya. Got testa min Posîtif derketiye."    AGAHIYÊ NADIN PARÊZERAN   Parêzerên girtiyan Yusuf Çakas, jî anî ziman ku rayedarên girtîgehê têkildarî mijarê agahiyeê nadin parêzeran û wiha got: "Li girtîgehên Mêrdîn, Amed û Êlihê di girtiyan de vîrûsa Covid-19 zêde bûye."