Li Cizîrê tahdeya polîsan 2021-05-12 19:31:44     ŞIRNEX-  Li navçeya Cizîrê polîsan bi hinceta ku dikana xwe dereng girtiye êrîş birin ser esnafekî.     Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan li hala zebzeyan avêt ser dikana esnafê bi navê A. Tosûn. Polîsan bi hinceta ku Tosûn dikana xwe 10 deqeyan dereng girtiye, avêtin ser dikanê. Tosûn, kurê wî û biraziyê wî Û. Tosûn bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan jî êrîş bir ser wan û di êrîşê de biraziyê Tosûn birîndar bû. Polîsan Tosûn û kurê wî jî binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a navçeyê.