Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede 2021-05-13 09:05:25   WAN - Jinên ku bertek nîşanî operasyonên TSK'ê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê dan, xwestin şer bi dawî bibe.    Li Wanê jinan bertek nîşanî operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe dan.    Ferdîe Tûncer ku di sala 1995'an de gundê wan ên li herêma Nordûz a navçeya Payîzavayê hatiye valakirin û koçî nnavenda Wanê kirine, anî ziman ku li dijî şer in. Tûncer got: "Divê ev şer û pevçûn bi dawî bibin. Em aştiyê dixwazin."    BERTEK NÎŞANÎ BARZANÎ DA    Gulîzar Aslan, destnîşan kir ku divê dayik hemû li ber vî şerî rabin. Aslan, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê bi salan e bi polîtîkaya şer êrîşê dibe ser gelê kurd û helwesta Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ya ji bo şer jî rexne kir. Aslan got: "Demildest divê Barzanî berê xwe bide ser rêya rast û heqiyê. Êdî bes e. Bila bes li ser xwîna kurdan bilîzin. Heger Barzanî piştgiriyê nede wan dê nikaribin operasyonan li dar bixin. Êdî bila ev zilm biqede."    Meryem Abî jî destnîşan kir ku dê li ber polîtîkayên şer rabin û bertek nîşanî helwesta Barzanî ya ji bo operasyonan da. Abî got: "Ê têkoşîna me ya ji bo aştiyê bidome."    TÊKOŞÎN    Rihan Abî jî bang li jinan kir ku li dijî şer rabin û got: "Gelê kurd tu carî doza şer nekiriye. Lewma divê gelê kurd li dijî vê dakeve qadan. Em vî şerî naxwazin. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê bitêkoşin."