Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye 2021-05-13 11:02:46 AMED - Kovara Hawarê ya di dîroka wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng, bû 89 salî. Nûnerên saziyan, bang kirin ku ji bo ku têkoşîna sedsalan nesekine, herkes vexwendin têkoşîna xwedî derketin zimanê xwe.  Kovara Hawarê bêguman pîvangeke wêjeya kurdî ye. Kovara ku rewşenbîrên kurd ên di serdema avakirina Komara Tirkiyeyê de, ji ber zextan mecbûr man û çûn Sûriyê derxist, bû 89 salî. Celadet Elî Bedirxan û rewşenbîrên kurd di 15’ê Gulana 1932’an de kovar derxistin. Kovara ku 23 hejmarên wê yên ewil bi alfabeya erebî derketin, 34 hejmarên wê yên dawî jî bi alfabeya latînî derketin. Ji ber zextên Tirkiyeyê yên li Fransayê dikirin, qelsbûna bandora siyaseta kurd û bê derfetiyan, di sala 1943’yan de weşana kovarê bi dawî bû.    Hawar a ku cara ewil bi tîpên latînî hat nivîsîn, zêdetir cih da nivîsên bi zaravayê kurmancî, bi awayekî birêkûpêk cih da zaravayê Soranî û di kêm nivîsan de jî cih da zaravayê Dimilkî. Kovara ku ji bo weşangeriya kurdî bû mîlad, di rêyên veşartî de şandin Tirkiyeyê. Kovara ku bi qadroya nivîskarên berfireh, ji wêjeyê heta hunerê ji xebatên ziman heta dîrokê di gelek qadan de xebat kirin. 15 Gulana ku hejmara kovarê ya ewil lê derket, ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurd ve di sala 2006’an de weke Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin.    89 SALÊN KU NEHATIN GUHERTIN   Di 89 salan de li Tirkiyeyê polîtîkayên pişaftin û zextên li ser kurdî bênavber berdewam kirin. Xala 90’emîn a Peymana Lozanê ku rê li ber perwerdehiya kurdî vedikir her carê bi guhertina mewzûatên navnetewî hat astengkirin. Li gorî polîtîkayên serdemê, carna axaftina bi kurdî jî hat qedexekirin.   Di encama têkoşîna kurdan hin gav hatibin avêtin jî daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî bi dersa “hilbijarî” hat paşguhkirin. Ligel Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de di 20’ê Tîrmehê de hat îlankirin, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (OHAL) ji xeynî ajans, rojname, kovar û televîzyonên bi kurdî weşanê dikin sazî, kreş û dibistanên ku kurdî perwerde didan jî hatin girtin. Zext dem bi dem li Meclîsê dihatin rojevê lê gotinên parlementerên ku bi kurdî diaxivîn weke “x” an jî “zimanê naye zanîn” derbasî girtekan dikirin. Herî dawî Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî ji bo ku Wêzîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk bi bersivîne pêşniyaznameyek peşkeş kir. Wezîr Selçûk ji pêşniyaznameyê re bersiva “Ji xeynî zimanê tirkî li saziyên perwerdehî û hîndekariyê bi tu zimanên din welatiyên Tirk nikarin bên perwerdekirin” da.   5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Bêtehamuliya li dijî kurdî, carna li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê vegerî êrîş û lînckirinê, di 7 salên dawî de 5 welatiyên ku li metropolên Tirkiyeyê bi kurdî axivîn, di encama êrîşên komên nijadperest de jiyana xwe ji dest dan.   Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û Rêveberê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç, polîtîkayên pişaftinê yên berdewam dikin û têkoşîna ku rewşenbîrên kurd bi armanca pêşvebirina kurdî dan destpêkirin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    ŞOREŞEKE   Cizîrî diyar kir ku têkoşîna Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî ji bo pêşvebirina kurdî dimeşand weke şoreşekê ye û wiha axivî: “Kovara Hawarê ji bo me ekolek e. Îro jî em li ser vê ekole pêşve diçin. Ew şoreşa ku wan wê rojê dan destpêkirin di nava kurdan de baş cih negirt û ji bo vê gavên pêş nehatin avêtin. Kêmasiyeke me din jî me ji kesên ku xwestin zimanê me asîmîle bikin bawer kir. Ji me re gotin ‘zimanê we têra qadên perwerde, siyaset û fermî nake’ me jî bawer kir. Xeletiyeke mezin jî ev bû. Biryarên ku ligel Komarê li dijî kurdan wergirtin, hûn dikarin di belgeyên wan de bibinin. Tirkiye heta cihekî van polîtîkayan bi rêve bibe jî em dibînin ku kurd hişyar bûne. Ji ber ku me ev fêm kir, heta ku zimanê me nebe, wateya hebûna me jî nîne. Divê kurd vê jî baş bizanin. Zimanê me ruhê me ye her tiştê me ye. Em dikarin bi zimanê xwe her tiştî bikin. Tişta ku divê em îro bikin ewe ku em di qada çandî de li nivîskar û hunermendên xwe xwedî derkevin. Dema me zimanê xwe bi wan da qebûlkirin wê demê dê mecbûr bimînin pirsgirêkên din jî çareser bikin.”   ‘ZIMAN Û SIYASET JI HEV NE CUDA NE’   Cizirî, anî ziman ku Kovara Hawarê bi temamî ser jiyana çandî ya gelê kurd disekinî û wiha got: “Wan ne siyaset gelê kurd girtin dest. Ji ber wê yekê em dikarin bêjin li wir jî kêmasiyek hatiye jiyîn. Belê dibe ku wê rojê derfetên wan nebûn lê kêmasiya wan a wê rojê em dikarin temam bikin. Ji ber ku ziman û siyaset ji hev ne cuda ne. Her xebatên ku îro kurd di qada ziman de bi rêve dibin bersiveke. Armanceke Bedirxaniyan a herî mezin jî nîşandana ku kurd hene û nemirine bû. Wan bi vî şiklî berxwedanek nîşand didan.”   HEMAN HIŞMENDÎ YE   Cizîrî, destnîşan kir ku di pêvajoya niha de hişmendiya qedexeker a li ser kurdî berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa Tirkiye ava bû li dijî kurdan qedexeyek derket holê û hêj jî wê qedexeyê dimeşînin. Biryara dewletê ya li dijî kurdan eve ‘em ê kurdan asîmîle bikin’. Em jî bi platformê xebatên ku di qada ziman de dimeşînin bibin bersivê dewletê. Me weke Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî weke Komîsyona 21’ê Sibatê gelek plan kirin û biryar girtin. Niha ji ber qedexeyên pandemiyê em nikarin tiştekê bikin. Lê li dijî vê em plan dikin ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li Wan, Botan û Amedê mîtîngan li dar bixin. Ya duyemîn li hemû bajarên kurdan Platforma Zimanê Kurdî bê vekirin. Em naxwazin platform tenê bi Amedê bi sînor be. Ji ber vê yekê em li berxwe didin û em teslîm nabin jî. Dema me pirsgirêka ziman xist rojevê em bawer dikin ku wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Ji ber vê yekê nifteya pirsgirêkê ziman e.”   HÊJ ‘ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN E’   Mûrat Bîlgîç jî da zanîn ku Malbata Bedirxan li ser kurdî xebatên cidî kirine û heta car caran ji ber vê yekê hatine darizandin jî. Bilgîç, anî ziman ku nêzîkatiya dijminane ya li dijî kurdî qet nehatiye guhertin û bi bîr xist ku zimanê kurdî niha jî li Meclîsê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê dîtin. Bîlgîç, diyar kir ku ji ber ku dewlet dixwaze gelê kurd ji holê rake ziman hedef digire û wiha axivî: “Di 3-4 salên dawî de zextên li ser kurdî tên kirin li dewletên din nayên kirin. Kesên di qada ziman de xebat dimeşandin hatin krîmînalîzekirin. Bi qeyûman ewil xebatên di qada çand û ziman de dihatin kirin, hatin qedexekirin. Em hemû vê baş dizanin, heke hûn bixwazin gelekê ji holê rakin divê hûn ji zimanê wî gelê dest pê bikin. Ji ber vê yekê dema em van tiştên di sedsalan de hatine jiyîn dinerin em dibînin ku ji holê rakirina kurdan hatiye armanckirin.”   KAMPANYAYA ÎMZEYÊ   Bîlgîç, bi lêv kir ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê xebateke dîrokê bi rêve dibin û wiha got: “Di çarçoveya xebatên ziman de em plan dikin ku li Amed, Wan û Cizîrê mîtingan li dar bixin. Em hêvî dikin ku herkes li vir cihê xwe bigire. Ji ber ku gotûbehs ziman, hebûn û paşeroja me ye. Heta ku zimanê me nebe, wateya hebûna me jî nîne. Ji hebûna ziman herkes berpirsyar e. Divê her kurd berpirsyartiya dikeve ser milê wî pêk bîne. Ji ber vê kampanyaya îmze ya hatiye destpêkirin heye. Divê ev kampanya bê belavkirin. Armanca kampanyayê tişta ku beriya 100 salan dihat hêvîkirine û bersiva wan e. Ji ber vê yekê ji bo ev têkoşîna 100 salan nesikine divê herkes têbikoşe. Divê ewil ji malan bê destpêkirin û zimanê dayîkê zindî bê girtin.”   MA / Ergîn Çaglar-Cengîz Ozbasar