Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne 2021-05-13 11:04:46 MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku temamiya bedena cenazeyên di operasyona 8’ê Gulanê ya li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dane tune ye.   Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 8’ê Gulanê de, li gundê Badibê ya li Çiyaye Bagokê ku girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir û di operasyonê de 7 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan.   Ji HPG’iyên jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Ramazan Aslan (Bager), Bayram Kûzû (Bager Qoser) û Mazlûm Kizil ên nasnameya wan hatin tespîtkirin, teslîmî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê 4 HPG’iyên din jî li morga Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê tên girtin.   4 CENAZE NEHATIN TEŞXÎXKIRIN   2 cenaze li ser şopa tiliyê nasnameyên wan hatin tespîtkirin û cenazeyê din jî, malbatê ji rûyê wî teşxîst kir. Li gorî agahiyên ji malbatan hatin girtin, di êrişa hewayî de HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane û temamiya bedana wan tuneye. Cenazeyên ji bo malbatan hatin dayîn jî tenê ji çend parçayan pêk tên. Hat destnîşan kirin ku cenazeyek ji gewdê, cenazeyekê din ji lingan û cenazeyê din jî tenê ji por û çend parçeyên organan pêk tên. Hat diyarkirin ku 4 cenazeyên li morgê tên girtin jî, di rewşêkê nayin naskirin de ne. Hat ragihandin ku ji 4 cenazeyan, 2 jê yên jinan e.   MALBAT ASTEG KIRIN   3 cenazeyên teslîmî malbatên wan hatibûn kirin, di 11’ê Gulanê de ji aliyê malbatan ve hatin definkirin. Lê esker û polîsan destûr nedan ku malbat cenazeyên zarokên xwe bişopin û nimêja wan bikin. Di heman demê de, polîsan li Nisêbînê destûr nedan ku malbat cenazeyê zarokên xwe li cihê ku dixwazin defin bike.