Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast' 2021-05-13 11:58:02   DERSÎM - Şewata daristanê ya di dema operasyona eskerî ya li çoltera navçeya Xozatê derket, didome. Miduriyeta Giştî ya Daristanan, li dijî bertekên şewata daristan îdia kir ku “nûçe neraste.”   Şewata daristanê ya di dema operasyona eskerî ya di 9’ê Gulanê hat destpêkirin de, li çoltera navçeya Xozatê ya Dersîmê derket, didome. Ji bo ku şewat bê vemirîn tu xebat nehatin destpêkirin. Di Twîtterê de gelek bikarhêneran bi hasgtaga #dersimdişewitedengbide (dersimyaniyorsesver) parvekirin, kirin.    MIDURIYET ŞEWATE RAST DIKE   Li ser bertekan Miduriyeta Giştî ya Daristanê di parvekirina xwe de, îdia kir ku nûçeyên derbarê şewata daristanê de, ne rast in û bi armanca hêdikirina têkoşîna “bi terorê re” li ser medya civakî parve kirin hatine kirin.   Berovajî parvekirina Miduriyeta Giştî ya Daristanê rayedarên Miduriyeta Daristanê ya Dersîmê şewata daristanê erê kirin. Parêzer Bariş Yildirim jî di parvekirina xwe de diyar kir ku bi Miduriyeta Daristanê ya Dersîmê re hevdîtin kirine û wê mudaxaleyî şewatê bê kirin.    BERTEKÊN HATIN DAYÎN   Hin twîtên ku bikarhênerên twîtterê parve kirin wiha ne:    Hunermendê Dersîmî Ferhat Tûnç: “Dawiya nebaşiyên li Dersîmê tên kirin nayê. Salên beriya niha jî ew daristanên xweşik dihatin şewitandin û nedihiştin mirov mudaxaleyî şewatê bikin. Li Dersîmê bi rojan e dîsa daristanên me dişewitin. Kesê ku dengê me dibihîzin hene?”   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz: “Şewatên li Cûdî, li Licê, li Dersîmê û li hemû heremên erdnîgariya me ne rasthatiniyeke.”   Komeleya Derdorê ya Mûnzûrê: “Ji ber operasyona eskerî ya hat destpêkirin herema Amûtka ya navçeya Xozata Dersimê sê rojin dişewite. Em dengê xwe ji şewitandina daristanên xwe re derxînin.” Gundê Mîllî yê Dersîmê Biparêzin: “Ev dîmen derew in! Ji ber ku hinek bû rojev dixwazin manîpule bikin. Herkes dibine ku hûn her roj perçeyekî xwezaya vî welatî çawa talan dikin! Herkesê talana we ya li Çiyayên Qazê, Îkîzdere, Behrareş heta Heskîfê dît. #DersîmDişewitedengbide”   Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF): “Li Dersimê ji ber operasyonên eskerî şewat nehat vemirandin.”