Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin 2021-05-13 11:58:49   AMED - Piştî ku duh şev li navçeya Farqînê li noqteya polîsan teqîn pêk hat, polîsan 6 kes binçav kirin.    Duh bi şev li Taxa Mescît a navçeya Farqîn a Amedê li noqteya polîsên tîmên taybet teqîn pêk hat. Piştî ku teqîna li her derê navçeyê hat bihîstin, gelek erebeyên zirxî yên polîsan hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku teqîn bi teqemeniya bi dest hatiye çêkirin (EYP) hatiye kirin.    Polîsan têkildarî teqînê di saetên serê sibê de, li navenda navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 6 kes binçav kirin. Hat hîn bûn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Farqînê.