Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin 2021-05-13 12:51:52   AMED - Li girtîgehan şewba vîrusa Covît-19 belav dibe. Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê, têkildarî rewşa girtîgehan diyar kir ku li Girtîgehên Amed, Mêrdîn, Çankiri û Batmanê 18 girtiyên din bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine.    Li girtîgehên Tirkiyeyê şewba vîrûsa corona belav dibe. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa şewba vîrusa corona (Covît-19), daxuyanî da. Komîsyonê anî ziman ku li Girtîgehên Amed, Mêrdîn, Êlih û Çandikiri 18 girtiyên din bi şewba vîrûsê ketine û wiha got: "Li Girtîgeha Jinan a Amedê 5, Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê1, Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 8, Li Girtîgeha Tîpa E a Çankiri 4 girtî bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine.