Dayik: Kurdî koka me ye 2021-05-14 09:01:41   AMED - Dayikan bal kişand ser polîtikayên bişaftina li ser Kurdî û diyar kirin ku Kurdî heta îro xwe parastibe rola dayikan gelek zêde ye. Dayikan anîn ziman ku Kurdî koka wan e û wiha gotin: "Kurdî koka me ye. Divê em bêtir bi axivin û li her derê Kurdî bidin jiyandin."    Kongreya Neteweya Kurd di sala 2006'an de biryar dan ku her 15'ê Gulanê wekî Roja Cejna ziman bê pirozkirin. Kurd 15 sal in, her 15'ê Gulanê Cejna Kurdî pîroz dikin û ji bo pêşxistina ziman xebatan dikin. Dakiyên Amedî diyar kirin ku li dijî hemû êrîşan dê ziman biparêzin.    Dayika 62 salî Sabiha Çaglar ku 30 salin li navçeya Rezan dijî, anî ziman ku wê 7 zarokên xwe bi fêrkirina Kurdî mezin kir û wiha got: "Gelek girîng e ku dayik li malên xwe bi zarokên xwe re Kurdî bi axivin. Zimanê me Kurdî ye. Divê li her derê me bi zimanê xwe bi axivin. Li nexweşxane, dibistan, banka û her qadê divê em bi zimanê zikmakî bi axivin. "    'ZIMANÊ ME KOKA ME YE'    Çaglar, da zanîn ku 13 sal berê ji ber qeyrana aborî koçî Stenbolê kirin û wiha got: "Em li Stenbolê ji ber zimanê xwe bi cudakariyê re rû bi rû man. Dema em li Stenbol bûn û zarokên me li ber deriyên malê bi Kurdî di aixvîn li ser dîwarê mala me ‘Vana terorîst û Kurd in'. Em bi qasî 1.5 salê li wir man û dîsa vegeriyan Amedê. Kurdî koka me ye. Divê em bêtir bi Kurdî bi axivin. Em cejna Kurdî pîroz dikin."    'ZIMANÊ ZIKMAKÎ  BERÎ HER TIŞTÎ TÊ'    Welatî Şehriban Uyanik jî anî ziman ku Kurdî zimanekî pir dewlemend e û wiha got: “Zimanê me pir dewlemend e. Bêguman mirov zimanê din jî zanibe girîng e. Lê divê berî her tiştî em zimanê xwe fêr bibin û bi axivin. 5 zarokên min hene. Min ji her 5 zarokên xwe re jî gotiye ku divê li her derê bi Kurdî bi axivin. Em ji Tirkî ne bêzar in. Mirov çiqas ziman zanibe baş e. Lê niha dixwazin zimanê me tune bikin. Koka zimanê me qehîm e. Nikarin zimanê me tune bikin. Divê em li her derê zimanê xwe biparêzin. Zimanê me di  nava hemû zimanan de heye. Zimanê me pir bi hêz e. Zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê Kurdî ye. Dayikên me dê li zimanê xwe xwedî derkevin. Zarokên me dê li ziman xwedî derkevin û fêrî neviyên xwe bikin."    Dayika 56 salî Kesuman Taşli jî xwest her dayik û her malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî bi axivin û wiha got: "Her zimanek mirovek e. Lê divê berê em zimanê xwe bi axivin û bi parêzin. Pir girîng e ku her mirov bi zimanê zikmakî bi axivin. Ji ber ku polîtîtîkayên bişaftinê bi temamî ziman, çand û nasnameyê dike armanc. Em bawer dikin ku zimanê me dê bêtir pêş bikeve û xurt bibe. Ez bang li hemû dayikan dikin berî her tiştî bi zarokên xwe re bi Kurdî bi axivin. Bila zarokên we bi Kurdî bijîn."