Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in 2021-05-14 09:02:03   STENBOL - Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, bi minasebeta salvegera 15'ê Gulanê Roja "Cejna Zimanê Kurdî" bal kişand ser wate û girîngiya zimanê zikmakî û wiha got: "Zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in û pîroz in. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin.    Di sala 2006’ê de hevgirtin û kombûnên rewşenbîran ên Bakurê Kurdistanê roja 15’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” bi fermî ragihandin. 15’ê Gulanê ji sala 2006’an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Ji wê demê ve Kurd vê rojê pîroz dikin. Kurd ji sala 2006’an ve her sal di 15’ê Gulanê de ji ber Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Saziyên kurdan ên li ser kurdî lêkolîn dikin, her sal di 15’ê Gulanê de bi minasebeta Roja Cejna Kurdî bi bernameyên cuda vê rojê pîroz dikin. Li ser giringî û wateya vê rojê Zimanzanê  Kurdî Zana Farqînî û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    ZIMAN WEKÎ ŞÎRÊ DAYIKÊ HELAL IN   Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, anî ziman ku her ziman bi qasî şîrê dayikê helal û pîroz e û wiha got: "Di nava zimanan de cudakarî û hiyerarşî nabe. Divê her kes li dijî polîtîkayên bişaftina li dijî Kurdî raweste. Ev ji bo Kurdan seknek jiyanî ye. Em hevî dikin ku ev cejn ji bo Kurdî û hemû zimanên ne fermî bibe cudakariyek û êdî rê li pêş wan bê vekirin. Tu ziman ne di ser zimanê din re ye. Hemû ziman wekî hev in. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal û pîroz in."    Farqîn, bal kişand ser bişaftina Kurdî û wiha lê zêde kir: "Polîtîkaya bişaftina li dijî Kurdî berhemê hişmendiya yekperest e. Polîtîkayên bişaftinê encama hişmendiya netew-dewleta monîst e. Di navenda vê hişmeniya bişaftinê hişmendiya monîst a netew-dewletbûnê heye. Bi vê polîtîkayê dixwaze ziman, çand, dîrok û sincê hişmendiya nijadê serdest ava bike. Ji ber vê yekê hemû tiştên cuda înkar dike. Mafê jiyanê nade wan. Mebêh mucîdê bişaftinê ne, heta ji feraseta hişmendiya yekperest bernedin, ev yek dê bidome."    Farqînî, da zanîn ku ziman amûra veguhestina çandê ye û wiha lê zêde kir: "Netewek bi ziman çanda xwe dide jiyandin û derbasî siberojê dike. Çand mirovan bi teşe dike. Ziman wê çandê aydî wî neteweyî dide hîskirin. Mirov bi zimanê xwe wateyê dide cîhanê. Kesek nikaribe bi zimanê xwe bi axive dikeve rewşa travmayê. Piraniya nifusa cîhanê bi du zimanan di axivin. Pir zimanî bandorek erênî li ser kapasiteya hiş dike. Li gorî peymana navdewletî û gerdûnî her ziman mafê herî rewa û mirovî ye. Divê ev peyman têkevin meriyetê. Ji bo vê yekê jî divê têkoşîn bê xurtkirin. Divê rêxistinên mafên mirovan ji bo vê yekê têkeve nava liv û tevgerê. Divê di hiqûqa navxweyî de jî zagon bên rastkirin û zagonên mafê ziman diparêzin bên zêdekirin. Zimanê zikmakî mafê bingehîn ên mirovan e. Mafekî demokratîk û rewa ye."    'KOMKUJÎ YE'    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyüp Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin. Subaşi, anî ziman ku Cejna Zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd pir girîng e û wiha axivî: "Tirkiye ji bo Tirkên ku li Almanya dijîn û nikaribin bi Tirkî perwerdehiyê bibînin wekî "Rewşa li dijî mirovahiyê" pênase dikin. Lê ev rewş li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tê emilandin. Înkar û tunekirina ziman û çandekê di tu zagon û qanûnan de nayê qebûlkirin. Bişaftina li dijî Kurdî komkujî ye. Şer û dijminantiya li dijî zimanê Kurdî ji xeyni mirinê tiştekî din bi xwe re nîne. Ha te netewek zimanê wî înkar kir û ha te bi awayekî fîzîkî tune kir eyne ye. Bişaftin wekî tu zimanekî û neteweyekî qir bike. Ha te miletek bi awayekî fîzîkî qir kir û ha jî te zimanê wî tune kir, mejiyê wî ji dirokê qut kir kirkirin e. Ev qirkirin îro li ser Kurdî didome. Em ê jî li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Heta ku Kurdek hebe jî em vê berxwedanê bidomînin. Li cîhanê tu millet heta niha bi qirkirin û bişaftinê ji holê ranebûye. Bişaftin tenê zerarê nade Kurdan, dê zerarê bide milletê din û milletê tirk jî. Polîtîkaya bişaftinê şaş e û li dijî mirovahiyê ye. Nayê qebûlkirin."    Subaşi, bal kişand ser gotina Sokrates a ji bo ziman û wiha lê zêde kir: "Ji Sokrates dipirsin û dibêjin 'Dema desthilatdari têkeve destê te, tê ji bo wî milletî çi bike? Dibêje ewil ezê zimanê wî milleti rast bikim. Ji ber ku milletek bi zimanê xwe nizanibe dê nikare tiştekî bike. Dixwazin bi mejî û aqilê Kurdan bilizîn û vê yekê bi zanebûn dikin."    Subaşi, bal kişand ser tiştên bên kirin û wiha bi dawî kir: "Îro dibe ku zanîngeh û dibistanên me tune bin. Lê ez dikarim li mala xwe û li derve bi Kurdî bi axivim. Eger ez nivîskar û rojnameger im, dikarim bi Kurdî binivîsim. Dîsa dema ez ji xwişk, bira û hevalekê-î xwe re peyamekê dinivîsim bi Kurdî binivîsim. Ji ber ku yek ji meseleyên Kurdan meseleya ziman e. Divê em bi xwe bi xwe li ziman xwedî derkevin. Em ne li heviyê bin ku hinek din qadekê ji mere vekin an jî li benda statuyê bin. Wekî millet em dikarin çibikin divê em li ser wê rawestin. Hêza me jî heye. Qet pêwistiya me bi dewletê û dewleta Tirkan nîne Ji ber vê yekê divê berî her tiştî baweriya me bi zimanê me hebe. Hemû millet bli zimanê xwe xweber didin. Çima em bi zimanê xwe xeber nedin. Divê baweriya me ji zimanê me hebe. "    MA / Berfin Karaman - Enes Sezgin