Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê 2021-05-14 09:03:45   MÊRSÎN - Resûl Demîr ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hat berdan, anî ziman ku li "odeya biqefes" dihatin ragirtin, li odeyên 3 kesî 6 kes diman, girtiyên odeyên wan dihatin guherandin bi erdê ve dihatin kaşkirin û girtiyên binpêkirinên mafan radigihandin û ketine greva birçîbûnê diketin ber lêpirsînan.    Resûl Demîr ê 24 salî ku di sala 2019'an de li Mêrsînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û piştî salekê hatibû berdan, anî ziman ku gava ji bo gerê çûye Edîrneyê li navçeya Ûzûnkopru ya Edîrneyê tevî hevalên xwe cardin hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Ûzûnkopruyê polîsan lê xistiye û heqaret lê kirine. Demîr, diyar kir ku piştî rojeke di binçavan de, bi heman îdiayê cardin hatiye girtin û wî xistine Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.    ODEYA BIQEFES!    Demîr ku piştî 6 meh û nîvan di 30'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.   Demîr, diyar kir ku gava wî birine girtîgehê, li têketina girtîgehê "lêgerîna tazî" lê hatiye ferzkirin û ji ber ku li ber vê rabûye gardiyanan lêxistiye. Demîr, anî ziman ku piştî lêxistinê wî xistine odeya ku jê re dibêjin "odeya biqefes" û got: "Gere 14 rojan li vir di karantînayê de bimama, lê çendî ku 3 caran muhletê me qediya jî me ji hucreyê dernexistin. Gava em li ber vê rabûn, gotin 'Em we ji vir dernaxin, cihê we odeyên biqefes e.'"    BI ERDÊ VE KAŞ KIRIN    Demîr, diyar kir ku piştî 36 rojan ji cihê karantînayê derketine. Demîr, da zanîn ku li girtîgehê li odeyên 3 kesî 6 kes diman û ji ber ku li odeyê tenê 3 renze hebûn sê kesên din li erdê radizan. Demîr got: "Me renze xwest, lê ne bersiv dan ne jî renze. Di dema pandemiyê de em mehkûmî razana li erdê kirin. Car carinan odeyên me diguherandin. Me digot, 'çima hûn diguherînin?' digotin, 'Dilê me wisa dixwaze lewma.' Hevalên me bi erdê ve kaş dikirin û bi zorê ew dibirin odeyên din. Bi vî awayî milê hevalê me Mûrat Kiliç şikandin. Me birin nexweşxaneyê, me rapor xwest lê nedan."    LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ    Demîr, destnîşan kir ku hemû daxwazên wan ên di warê binpêkirinên mafan de bêbersiv mane û ji ber ku derbarê binpêkirinên mafan de daxwazname û name nivîsîne ketine ber lêpirsînên dîsîplînê. Her wiha Demîr, da zanîn ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî derbarê girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin.    BANGAWAZΠ   Demîr, destnîşan kir ku li girtîgehê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got: "Ji bo ev heval biçin revîrê me daxwazname nivîsîn, lê hevalên me ne birin revîrê ne jî sewqî nexweşxaneyê kirin. Hevalê me girtiyê nexweş Hadî Yalçin, bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê pêkanînine bêhiqûqî hene. Tecrîda li ser tecrîdê heye. Girtî ji bo dengê xwe ragihînin ketin greva birçîbûnê. Divê raya giştî hesastir be. Divê rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl demildest tevbigerin."    Têkildarî van îdiayan me telefonî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kir. Rayedarekî girtîgehê bilêv kir ku ji ber betlaneya cejnê kes li girtîgehê tune ye û dê paşê derbarê îdiayan de biaxivin.    MA / Omer Akin