Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar 2021-05-14 12:15:34 MÊRSÎN - Nijadperestan êrişî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kirin û yek jê giran 2 kes birîndar kirin.   Komeke nijadperestan bi cop û keviran êrişî malbateke kurd a ku ji bo betlaneyê ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kirin. Di êrişa ji aliyê 3 kesan ve li herema Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyaziyê pêk hat ve de, ji malbatê yek jê giran 2 kes birîndar bûn. Welatiyê bi navê Cîhan Kûtlûk ê di rê de derbas dibû mudaxaleyî bûyerê kir û alîkariya kesên birîndar kir. Birîndar bi ambûlansa hat cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Nehat hîn bûn ku koma nijadperest a ji cihê bûyerê revî, hat binçavkirin an na. Ha diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    ÎŞARETA GURÊBOZ    Cîhan Kûtlûk ê şahidiya bûyerê û mudaxaleyî bûyerê kir, bûyer wiha vegot: “Bi keviran êrişî zilam û kurê wî yê 12-13 salî kirin û li serê wan xistin. Zilam ber bi bariyeran ve ji ser hişê xwe çû. Xwestin zilam di kendal de biavêjin. Dibe ku weke şerê rê nedayînê nîşan bidin, lê rastiya wê ne wisa bû. Piştî ku îşareta gurêboz kirin, xeber gotin kurdan. Wê demê min fêm kir ku êrişeke nijadperest e. Qasî 5 deqîqeyan ji kurdan re xeber dan. Min zilam kir wesayîta wî de û gihand noxteya cendermeyan. Pişt re gazî ambûlansê kir ew birin nexweşxaneyê.”   ÊRÎŞA BI KEVIR   Kûtlûk, piştî bûyerê çû Qereqola Cendermeyan a Tekelî û îfade da. Îfadeya ku Kûtlûk daye Qereqola Cendermeyan wiha ye: “Roja 13’ê Gulana 2021’an saet di 16.00’an de bi wesayita xwe ji Edeneyê ber bi Antalyayê ve diçûm. Dema gehiştim herêma Gozsuzce Sirtlan a girêdayî navçeya Bozyazi ya Mêrsînê, min dît ku di vîrajan de trafîk sekiniye. Ji bo ku bizanibim çi qewimiye, ji wesayîtê peya bûm. Min dît ku cîpeke spî û bi plakaya biyanî li herî pêş sekinî ye û çend kes şer dikin. Ji bo ku wan ji hev vekim çûm cem wan. Min dît ku wesayîta reş a bi markaya Honda Civic û bi plakaya 01 YG 428 li pêş cîpa spî sekinî ye. Sê kes ji wesayîta reş peya bûn li cem malbata ajokarê cîpa spî ew bi lêdanê xist halê mirinê. Me xwest bikevin navberê, lê me nekarî. Pişt re li hevjîn û zarokên xwediyê cîpa spî jî xistin. Ew kesê ku di wesayîta reş a bi plakay 01 YG 428 de rêwî kevirekî mezin girt destê xwe 4 caran li serê xwediyê cîpa spî û rûyê wî xist. Pişt re ez hîn bûm ku navê vî kesî Mehmet Fatîh Oflaz e. Di derba ewil de ew kesê ku kevir li serê wî xistin, ber bi bariyeran ve çû. Xwestin di kendal de biavêjin. Di derba dawî de ew kes ji ser hişê xwe çû û ket erdê. Ligel ku li erdê ser hişê xwe ve çû bû jî hêj lêdixistin. Ji ser, difin û serê wî kesê xwîn dihat.    GEF LI KURDAN XWAR   Piştî ku kesên derdorê bi gotina ‘bese mir’ qîr kirin ew kes hiştin erdê û ber bi erebeya xwe ve çûn. Dema ku li wesayîta xwe siwar bin ew kesê bi navê Mehmet Fatîh Oflaz paşve vegeriya û wiha got, ‘Ez ê li pêş li benda kesên ku şahidiniya vê bûyerê dikin bim û ji bo ku wan bikujim. Kî şahidiniya vê bûyerê bike… Ez ê van deran ji wan re teng bikim.’ Pişt re gefa ez ê kurdan…  xwar. Dûre mirovê ku ser hişê xwe çûyî min xist wesayîta wî bi hewldanên xwe bir petrola Aytemîz a nêzîkî Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê û min agahî da tîmên cendermeyan. Dîmena ku min ji cihê bûyerê bi telefona xwe kişand bi xwesteka xwe teslîmî tîmên Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Tekeliyê kir. Agahiya min a derbarê vê bûyerê de evqas in.”