3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin 2021-05-14 15:59:02   MÊRSÎN - 3 kesên êrişî Mûştaq Mahmûd Kerîm û malbata wî ya ji Hewlêrê hatin Mêrsînê kiribûn, hatin binçavkirin.   Mûştaq Mahmûd Kerîm û malbata xwe ya ji bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe hat Mêrsînê, dun di saetên nîvro de, li nêzî Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê rastî êrişa 3 kesên nijadperest hatin. Kerîm û ferdên malbata xwe di êrişê de birîndar bûn. Li ser agahî dayînê, ambulansên hatin cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Anomûrê. Kerîm ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rewşa wî başe.   3 kesên nijadperest M.F.O., M.B.S. û S.O yên êrişî malbatê kiribûn hatin binçavkirin. Nijadperestan, di îfadeyên xwe yên dan polîsan de, gotin ku ji ber qezaya trafîqê şer derketiye û bi vî awayî xwe parastin. Li bendêye ku êrişkar sewqî edliyê bên kirin.