Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-14 20:07:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 242 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 394 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 242 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 394 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 44 hezar û 301 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 95 hezar û 390.