Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine 2021-05-15 14:02:55   ENQERE – Li gorî rapora meha nîsanê ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû aşkera kir, îşkence li 233 kesan hat kirin û mafê 275 kesan hatin binpêkirin.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Rapora Binpêkirina Mafan a Meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê, di meha nîsanê de mafê 275 welatiyan hatiye binpêkirin, îşkence û memeleya xerab li 233 kesan hatiye kirin, 4 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye, 4 mirinên bi guman ên leşkeran pêk hatine, 16 jin hatine qetilkirin, 249 cînayetên kar pêk hatine û kesek jî ji ber mayîn û bombeyên bêxwedî jiyana xwe ji dest daye.