ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin 2021-05-15 15:28:39   STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 477’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kir. Komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Aladag û xwest Aktag serbest bê berdan.      Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 477’an de çalakiya “Rûniştina F" berdewam kir. Komîsyonê dîsa çalakiya xwe li ser medya înternetê berdewam kir. Endamê komîsyonê Mehmet Acettin daxuyanî da. Acettin, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Aladag ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye. Acettîn, anî ziman ku ji ber vîrûsa Covît-19 li girtîgehan rêjeya mirinê zêde bûye û wiha got: "Yek ji cihê rîsk lê pir zêde ye girtîgeh in. Li girtîgehan binpêkirina mafan zêdedibe. Girtiyên nexweş, bi hinceta şewba vîrûsê nikarin biçin nexweşxaneyê. Dermankirina girtiyan ji ber şewbê tê rawestandin."      Acettin, da zanîn ku girtiyên diçin nexweşxaneyê jî ji ber girtî di karantinayê  de tên girtin, şertên karnatîna bandorek neyînî li ser wan dike û mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin. Girtî Emîn Aladag 26 sal in girtî ye. Emîn Aladag, di sala  1993'an de hat binçavkirin û girtin. Ji ber îşkenceya giran, milê wî yê rastê û piyê wî yê çepê felç bûye. Hestiyên wî dihilin. Ji ber vê yekê pir zor û zahmetiyê dijî. Di sala 1998'an de hat berdan. Piştî cezayê wî erê kirin di sala 2000'an de dîsa hat girtin. Niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. 22 salin nayê dermankirin. Divê bê emeliyatkirin. Lê ji ber li nexweşxaneyê bijîşkên pispor tune nikare emeliyat bibe. Êşên Aladag pir zêde ne, lê tenê hebên êşbirê didin wî."    Acettin, da zanîn ku ji bo Aladag bê berdan, parêzeran serî li rayedaran daye, lê tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzeran daxwaza berdanê hatiye redkirin. Acettin, destnîşan kir ku rayedaran Emin Aladag terkî mirinê hatiye kirin û xwest dermankirina li pêş Emin Aladag û hemû girtiyên nexweş bê rakirin û hemû girtiyên nexweş bêne berdan. Acettin, bang li hemû rayedar û parazvanên mafên mirovan kir û xwest hestiyar tev bigerin.