Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin 2021-05-15 16:24:04   STENBOL – Polisan, pankartê ku Rêveberiya HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê ji bo balkişandina ser tecrîdê daleqanibû rakirin û rêveberekî navçeyê binçav kirin.     Rêveberiya HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê, duh bi armanca ku bale bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpekirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, pankarta “Em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin, bibe dengê zindanan” bi avahiya xwe daleqand. Polisan bi biryara dozgeriye pankartê rakirin Rêveberê Navçeyê Fatîh Ergun binçav kirin.    Li aliyê din polisan Hevseroka HDP’a Esenyûrtê Dîlan Kiliç, rêveberên navçeyê Çayan Yilmaz û Kiyas Kûrt jî ji bo îfadegirtinê vexwend Miduriyeta Polisan a Esenyûrtê. Hat diyarkirin ku îfadegirtina rêveberên HDP’î ya li miduriyeta polisan didome.