Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye 2021-05-15 20:36:35   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana karkerên çandiniyê yên demsalî ku di bin şertên zor de dixebitin kir û destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên welat ya hevper feqîrî ye û ji bo şertên karkeran were başkirin dê xebatan bi rê ve bibin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re çûn serdana karkerên çandiniyê yên demsalî ku li zeviyên pîvazan ên li navçeya Şereflîkoçhîsar a Enqereyê. Sancar û rêveberên HDP'ê Cejna Remezanê ya karkeran pîroz kirin. Şandeyê konên karkeran yek bi yek serdan kirin û karkeran qala pirsgirêkên ku pê re rûbirû mane kirin û xwestin HDP ji bo pirsgirêkên wan ên wek mayînê, av, ceryan û paqijî piştevaniyê bidin û ji bo çareseriyê bibin alîkar. Sancar da zanîn ku ew ê wek HDP ji bo çareseriya pirsgirêkên karkeran xebata ji destê wan were bixebitin. Sancar got karker ji ji navçeyên Pirsûs û Siwêreg ên Rihayê, ji navçeya Dêrika Mêrdînê û koçberên ji Sûriyê hatine li Şereflîkoçhîsarê dixebitin. Sancar diyar kir ku karker di bin şertên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û ji bo nanê xwe neçarin bixebitin. Sancar destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên welat ya hevper feqîrî ye û ji bo şertên karkeran were başkirin dê xebatan bi rê ve bibin. Sancar got ew ê li dijî feqîrî, bêkarî û pirsgirêkên karkeran têbikoşin.