236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin 2021-05-15 20:48:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 236 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 472 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 236 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 472 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Kovîd-19'ê mirin bû 44 hezar û 537 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 108 hezar û 862.