Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin 2021-05-16 09:04:55 STENBOL - Ji damezrînerên Sendîkaya Karkerên Malê yên ÎMECE Mînîre Înal diyar kir ku karkerên malan bi şewbê re bi temamî ji qudûm ketine û got: “Hevalên me terkî birçîbûn, mirin û qedera xwe hatine kirin.”  Ji destpêka şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jinên karkerên malan bêkar mane û dikin û nakin kar nabînin. Endama damezrînera Sendîkaya Karkerên Malê ya ÎMECE  Mînîre Înal diyar kir ku karkerên malan têkoşînek pir mezin didin û her roja ku diçe bi pirsgirêkên nû re rûbirû dimînin.    ‘BI XETEREYAN RE RÛBIRÛ NE’    Înal da zanîn ku pirsgirêka ewil ew e ku jin di qada kar de nayên nasîn û di karê wan de saeta mesaiyan nîne û bi rojane dixebitin û tu mîsogeriya wan nîne û bi gelek xetereyan re rûbirû dimînin. Înal destnîşan kir ku şewba koronayê ji binî ve karê karkerên malê ku tu mîsogeriya wan civakî nîne qedandiye û got: “Hevalên me nikarin biçin kar. Di karên  ku dibînin de neçarin bixebitin. Çimkî birçî ne, pereyên wan nîne tiştekî bikirin Karkerên jin ên malan terkî birçîbûnê, mirinê û qedera xwe hatine kirin. Nêzî milyonek karkerên malan hene. Lê tu piştevanî bo wan nîne. Divê pirsgirêkên karkerên malan pê re rûbirû mane werin çareserkirin. Divê ji bo karkerên malan yasaya kar were derxistin.    ‘EZ NIKARIM DEBARA XWE BIKIM’    Ji karkerên malan Hatîce Guzel (48) diyar kir ku ji roja xwe dîtiye heta îro dixebite û got: “Ev demek e bi mehane diçim kar. Pandemiyê dest pê kir û xelk ji malê dernakeve û karê min qediya. Pişt re min karê rojane dît. Di vê heyamê de qet nikarim kar bibînim. Ez nexweşim û ji ber xizaniyê nikarim emeliyat bibim. Ez nikarim debara xwe bikim. Tekane daxwaza min ew e ku qedexe rabin û ez biçim karê xwe. Ez dixwazim kar hebe û em nanê xwe qezenc bikin.”    MA / Kadîr Guney