Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin 2021-05-16 09:06:32 WAN - Dayikên 4 zarokan ên beriya cejnê li Wanê hatin girtin bang li rayedaran kirin û gotin: “Hêj ew zarok in, dawî li vê zilmê bînin. Şûna wan ne hefs e, kêleka dayikan e.”  Yek ji êş û kula herî giran a li Tirkiyê zindanîkirina zarokan e. Zarok li pişt hesinên zengargirtî û ji dayikên xwe dûr in. Bi sedan zarok li zindanan tên ragirtin  û cejnek din jî bê dayik û malbatên xwe derbas kirin. Li gorî daneyên Midûriyeta Girtîgehan a Giştî ji 5’ê çileya 2021’an ve hezar û 170 zarokên temenê wan di navbera 12-18’an de girtî ne û 426 zarokên hikumxwar hene. Di cejna Remezanê de 4 zarokên din jî li van zarokan zindanan zêde bûn.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên bi navê B. Oklu (17), D. Suer (16), Î. Oklu (16) ve B. Atsiz (16) bi îdiaya ku kevir û fişekên hewayî avêtine polîsan hatin girtin. Dadgehê van zarokan şand Girtîgeha Wanê y Tîpa T. Dayikên van zarokan destnîşan kirin ku cihê zarokan ne zindan in.     ‘WÊ ÇAWA DERKEVIN PÊŞBERÎ HIZÛRA XWEDÊ?’   Dayika B. Oklu, Saadet Oklu, êşa ku pê re rûbirû maye wih vegot: “Bi lawê min girtin birin. Heke ew dozger û dadger alîgirê edaletê bûna, divê zarokên me negirtina. Wê ev dozger û dadger çawa derkevin pêşberî hizûra Xwedê? Di vê cejnê de kezeba dayikan şewitandin.”   Oklu anî ziman ku di roja cejnê de li şûna ew bi zarokên xwe bextewar bûna kula wan kişandine û got: “Zarokên me birin û êdî em wan nabînin. Wan xistine karîntînayê. Ew hêj zarok in, çi dikin li wir? Kezeba me dişewite. Bila dawî li vê zilmê bînin.”    CILÊN XWE YÊ CEJNÊ LI XWE NEKIR   Dayika D. Suer, Guler Suer jî destnîşan kir ku kurê wê bi awayek neheq û bêhiqûq hatiye girtin û wiha got: “Lawê min li ser peyarêyê li gel hevalên xwe rûniştîbû, wî binçav kirin e. Em li benda cejnê bûn ku em ê bi kêfxweş cejnê pêşwazî bikin, lê li me veguherî xemgîniyê. Cilên xwe yên cejnê jî li xwe nekir.”   ‘ÊDÎ BILA CERGÊ DAYIKAN NEŞEWITIN’   Dayika Î. Oklu, Zeynep Oklu jî destnîşan kir ku serê sibehê zû polîsan bi ser mala wan de girtiye û polîsan berê çekê xwe dane ser wan û wiha got: “Bi çekan ketin odeya lawê min û berê çeke xwe dane ser. Pişt re lawê min birin derve û li malê geriyan û belawela kirin. Ev zilm e. Êdî bes e. Bila van rojên cejnan cergê dayikan neşewitînin. Ew hêj zarok in. Bila êdî çareserî pêk were. Bila êdî cergê dayikan û bavan neşewitin.”   EW KARKER BÛ    Dayika B. Atsiz, Şadiye Atsiz jî da zanîn ku nexweşîna şekir bi lawê wê re heye û hatiye girtin û got: “Wextê polîsan bi ser malê de girt zarokên min tirsiyan. Lawê min xwendekar bû. Ji ber dibistan nîne diçû kar. Serê sibehê li heftan diçe û êvarê li heftan dihat malê. Hatin wî birin û girtin. Bila Xwedê vê qebûl neke. Di cejnê de jî kezeba me şewitandin.”