Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin 2021-05-16 12:38:28   AMED – Li navçeya Çêrmûkê kesekî ku gule berî serê wî dabûn û miribû hat dîtin.   Li gundê Kala yê navçeya Çêrmûkê ya Amedê welatiyê bi navê Cemal A. (62) kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, gundiyan li nêzî goristana gund cenazeyê Cemal A. ferq kirine û agahî dane polis û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê di laşê Cemal A. de gule tespît kirin. Polisan jî ji bo kesên ku Cemal A. kuştine bigirin xebat dane destpêkirin.