Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-05-16 14:44:34   RIHA – Li navçeya Eyyubiyeyê şerekî çekdarî derket û di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Topdagi ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê di nav koman de şerekî çekdarî derket. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestixstin, welatiyê bi navê Necdet Kesîn hatiye ber derê Mahmût B. û Adem B. û bi wan re ketiye nîqaşê. Piştî ku nîqaş veguherî şer Necdet Keskîn birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê jiyana xwe ji dest da.   .