Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye 2021-05-16 22:10:10     SÊRT - Hat îdiakirin ku li navçeya Berwariyê cerdevanek "bêhemdî" bi sîleha xwe berda ye xwe û miriye.    Li navçeya Berbaweriyê ya Sêrtê hat îdiakirin ku Zekî Kaçmaz ê cerdevan dema bi sîleha xwe leyîstiye bi "bêhemdî" gule berda ye xwe û miriye. Ev cerdevan li Baregeha Leşkerî ya li gundê Avsiyan bi ser Berwariyê ve wezîfedar bûye. Cerdevan ku tê gotin bi nezanî xwe kuştiye li cihê bûyerê miriye. Cenazeyê cerdevan ji cihê bûyerê bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê.