Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne 2021-05-17 09:01:24 RIHA – Parêzer Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku salek in dîmenên “îşkenceya li Xelfetiyê” li Stenbolê tên sekinandin û îfadeyên kesên îşkence kirine jî nehatine girtin. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî, got îşkenceya sîstematîk didome.  Di 18’ê gulana 2019’an de li gundê Derto ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve di navbera endamên HPG’ê û polîsan de şer derketibû û polîsek û 2 HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn. Leşker û polîsan bi îdiaya ku 55 welatiyên gund tevli bûyerê bûne binçav kiribûn û li qereqola leşkeran û Şaxa TEM’ê ya Rihayê îşkence li welatiyan kiribûn. Tevî ku 2 sal bi ser vê bûyera wek “îşkenceya li Xelfetiyê” tê zanîn re derbas bûn jî hêj berpirsiyar nehatine darizandin. Li qereqolê û Miduriyeta Polîsan îşkenceya bi ceryanê li welatiyan kiribûn.    Ji 55 welatiyên hatibûn binçavkirin 13 kes hatibûn girtin. 5 kes hatine berdan û h3ej 8 kes girtî tên darizandin.    LI GORÎ POLÎS Û LEŞKERAN ÎŞKENCE NEHATIYE KIRIN!   Ev îşkence li qada netewî û navnetewî bûbû rojev û gelek rêxistinan bertek nîşanî vê îşkenceyê hatibû dayîn. Lê polîs û leşkeran îdia kiribû ku welatî nehatine îşkencekirin. Li ser îtîraza parêzeran dîmenên îşkenceyê salek berê ji bo lêkolînê şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û li gel salek di ser de derbas bû jî hêj lêkolîn nehatiye temamkirin.    Parêzerên ku bûyerê dişopînin ji bo wê îşkenceyê raporek amade kiribûn. Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mustafa Vefa û Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Mehmet Alî Aslan destnîşan kirin ku hêj lêpirsîn veneguheriye dozê.    DIXWAZIN SER ÎŞKENCEYÊ BIGIRIN    Mustafa Vefa destnîşan kir ku ew dîmenên kêliya bûyerê hatin belavkirin wêneyên îşkenceyê bûn. Vefa anî ziman ku wan carek din di vê dosyeya îşkenceyê de dîtiye ku bêcezatî veguheriye awayê polîtîkayê û hêj ew dîmenên şandine Stenbolê encam nedane û salek e li wir tên sekinandin. Vefa da zanîn ku salên dirêj in li Rihayê “îşkenceya sîstematîk heye û ew bi enyad in ku faîlan derxin holê. Vefa anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî îşkenceyê û polîtîkaya bêcezatiyê têbikoşin. Vefa got polîs û leşkerên îşkenceyê dikin jî bi destê darazê û îqtidarê tên parastin.    ASLAN: DU SAL IN TU PÊŞKETIN NÎNE    Parêzer Mehmet Alî Aslan jî anî ziman ku li gel du sal bi ser bûyerê re derbas bûne jî tu pêşketin nîne û dîmenên îşkenceyê salek in li Stenbolê tên sekinandin. Aslan got tevî ku dîmenên îşkenceyê hene û her tişt li holê ye îfadeyên leşkerek û polîsek jî nehatiye girtin û ev yek jî dide nîşandan ku ew polîs û leşker tên parastin. Aslan destnîşan kir ku daraz dixwaze dosyeya îşkenceyê bincil bike û ew muxatab nabînin ku meseleyê jê bipirsin û tevî vê yekê jî wê têkoşîna wan berdewam bike.    MA / Emrullah Acar