Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne 2021-05-17 09:02:30   AMED - Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer ên îqtidara AKP û MHP’ê xelk feqîr dibe û wê ev ferqîrbûn jî, dawiya îqtidarê bîne.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim polîtîkayên şer ku bandorek neyînî li ser aboriyê dike nirxand.   Dag destnîşan kir ku AKP bi polîtîkaya feqîriyê, gendeliyê û qedexeyan ji holê rake hatiye ser îqtidarê lê di roja îro de AKP her sê tiştan jî xistiye meriyetê û her ku diçe kûrtir dike. Dag anî ziman ku şahî û çalakiyên herî demokratîk jî li Tirkiyê hatine qedexekirin û adeta veguherandine zindanek servekirî. Dag diyar kir ku AKP bi xwe xelkê feqîr kiriye û her ku diçe xelkê feqîr dike û wê ev soz dayînên ku bi cih neaniye wan çem û çem bibe.    ‘WÊ FEQÎRÎ DAWIYA ÎQTÎDARÊ BÎNE’    Dag destnîşan kir ku îqtidarê 128 milyar dolar ji bo siberoja xwe xerc kiriye û got: “Îro pirsa 128 milyar dolar, bûye tirsa îqtidarê. Li şûna ji bo xelkê were xerckirin lê bes ji bo berjewendiyên xwe xwarin e. Dibêjin ‘128 milyar dolar di berîka xelkê de ye’. Lê birçîbûna xelkê û feqîriyê nabînin. Lê qoltixê îqtidara AKP’ê diheje. Hilweşîna qesran nêz e. Xelk wê vê pirsê her pirs bike. Ew pere budçeya xelkê, jinan û ciwanan e. Divê xelk xwe bike yek û li pey vê pirsê bikeve. Çimkî em bşa dizanin ku 128 milyar dolar ne di berîka xelkê de ye. Budçeya xelkê ji bo şer tê xerckirin. Pereyê xelkê didin alîgir, qer û şeran. Pereyê ji bo şer tê xerckirin hin bêtir xelkê ber bi feqîrî û birçîbûnê ve dibe. Îqtidar naxwaze xwe ku medya feqîrî û birçîbûnê û bêkariyê bibîne. Welatî ji birçîna diçin xwe ji ser avahiyên dewletê diavêjin. Lê AKP naxwaze ku ev dîmen di medyayê de werin belavkirin. AKP dibîne ku xelk birçî û feqîr e. Lê naxwaze ku ku bikeve rojeva xelkê. Her tiştî xweş û baş nîşan didin. Îqtidar bi xwe ji van întîharan berpirsiyar e. Ji ber polîtîkayên şer ên îqtidara AKP û MHP’ê xelk feqîr dibe û wê ev ferqîrbûn jî dawiya îqtidarê bîne.”    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol