AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin 2021-05-17 11:04:38 RIHA - Parlementer û rêveberên AKP’î yên Rihayê di roja dawî ya qedexeya derketina derve de, civîneke bi xwarin li dar xistin û bi binpêkirina rêgezên mesafeya fîzikî piştî xwarinê, bi komî wêneyên biranînê kişandin.  Rêveberê Rêxistina AKP’ê yê navçeya Karakopruya Rihayê Sertaç Kaya, di roja dawî ya qedexeya derketina derve de li Taxa Akçahîsarê bi awayekî komî civîneke bi xwarin li dar xist. Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Mehmet Alî Cevherî, Serokê AKP’ê yê Bajêr Abdurrahman Kirikçi, Şaredarê Karakopruyê Metîn Baydîlî, muxtar û gelek kes beşdarî xwarinê bûn. Piştî xwarina ku mesafeya civakî û maske hat ji bîr kirin wêneyên bîranînê hatin kişandin.   BERTEK   Welatiyên ku li ser medya înternetê bertek nîşanî civîna AKP’ê ya bi xwarin dan wiha gotin: “Li Rihayê esnafekî ji ber şewbê kargeha wî girtî bû xwe kuşt. Lê parlementer jî di nav de bi sedan kesan gazî xwarinê dikin.”   Duh esnafekî xwe li Taxa Devteştî ya navçeya Halîliyeyê xwe kuşti bû. Îsa Degerlî (29) yê dikandarî dikir, ji ber pirsgirêkên aboriyê dawî li jiyana xwe anî. Civîna bi xwarin a AKP’iyan di heman rojê de bû, rastî bertekan hat.