Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide 2021-05-17 14:48:05   AMED – Li navçeya Rezan, gelek kes li ber PTT’ê kom bûn û hêwirze pêk hat. Ji ber hêwirzeyê darebeya otomatîk a PTT’ê xera bû.    Li navçeya Rezan a Amedê ku 400 hezar gelheya wê heye, tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide. Ji ber ku îro bergiriyên pandemiyê yên 17 rojan bi dawî bûn, gelek kes li ber PTT’ê kom bûn û hêwirze pêk hat. Ji ber hêwirzeyê darebeya otomatik a PTT’ê xera bû.   Geleke welatiyên ji bo razandina fatoreyên xwe hatin PTT’ê ji ber dirêjbûna rêza li ber PTT’ê vegeriyan malên xwe û fatoreyên xwe ranezandin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku tên cezakirin.