Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin 2021-05-17 15:02:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirina êrişên li dijî Fîlîstînê de, bang li hikumet û dewletê hat kirin ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re dawî bikin.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li rawestgeha Fabrîqeya li Beşîktaşa Stenbolê êrişên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstînê şermezar kir. Endamên sendîkayê ji vê derê heya Konsolosxaneya Îsraîlê meşiyan. Di meşê de pankarta “Ji Fîlîstînê re azadî! Gelê Fîlîstînê ne bi tenê ye” hat vekirin û bê navber dirûşmeyên “Li ber xwe bide Fîlîstîn em bi te re ne” û “Bijî Fîlîstîna azad” hatin berzkirin.   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, dûre axivî û wiha got: “Em bang dikin ku hemû têkiliyên xwe yên siyasî, eskerî û bazirganî bi Îsraîlê re bi dawî bikin. Em daxwazên berxwedana gelê Fîlîstînê diparêzin. Emê ji dagirkeran hesap bipirsin. Emê Fîlîstînê azad bikin.”   EDENE    Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Edenê jî, bi heman armancê li Parka Heykellî daxuyaniyek şermezarkirinê li dar xist. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Mehmet Karakiş û rêveberên bajêr û navçeyan jî, beşdarî daxuyaniyê bûn.  Seroka EMEP’ê ya Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek, di daxuyaniyê de axivî û xwet hikumet hemû têkiliyên xwe yên siyasî, aborî û eskerî yên bi Îsraîlê re bi dawî bike.