Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da 2021-05-17 16:10:20   ÊLIH - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, ji bo tespîtkirina tiştên ku Hevşaredarê Bajaroka Weysil Qeranî yê berê Enes Cengîz ên di girtîgehê de jiyan, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan TBMM’ê da.   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, derbarê rewşa Hevşaredarê Bajaroka Weysil Qeranî yê berê Enes Cengîz ê li Girtîgeha Tîpa T a Ewlekariya Bilind a navçeya Qubînê ya Êlihê 6 mehin di odeyeke yek kesî de bi tena serê xwe tê girtin û bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketiye de, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMM’ê da.   Beştaş di serlêdana xwe de, bi bîr xist ku Cengîz 6 mehin di odeyek yek kesî de, bi tena serê xwe û wiha got: “Bi vê tecrîda girankirî re, binpêkirinên mafan gehiştiye asta herî jor. Mînak hevdîtina telefonê ya bi malbatê re hatiye sînordarkirin. Ligel ku divê Cengîz 20 deqeyan bi malbata xwe re biaxive, tenê 30 saniyeyan destûr ji bo wê tê dayîn. Ev 5 mehin mafê telefonê yê Cengîz ji destê wî hatiye girtin. Di heman demê de ji ber cezayê dîsîplînê yên keyfî hemû mafên Cengîz jê hatine girtin û têkiliya wî bi cîhanê re hatiye qûtkirin. Ji ber lêgerînên di odeyê de, Enes Cengîz 2 caran bi koronayê ketiye û jiyana wî dibin rîskek mezin de ye. Di sala derbasbûyî de Cengîz emeliyatek giran derbas kir û di heman demê de nexweşiya KOAH pê re heye û di koma bi rîsk de cihê xwe digire. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî Enes Cengîz bê berdan.    DAXWAZA DI CIH DE LÊKOLÎN   Divê komîsyon di vê çarçoveyê de dest bi xebatek lezgîn bike, şert û mercên di girtîgehê de lêkolîn bike û derbarê rewşa Enes Cengîz de tespîtan bike.”