2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike 2021-05-18 08:29:09   ENQERE - 2'emîn danişîna doza Kobanê dê îro li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê bike.    2'emîn danişîna doza  Kobanê ku Hevserokên Gişti yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag  û Selahattin Demirtaş jî di navde 28 kes girtî bi giştî 108 kes têne darizandin; dê îro li kampusa Girtigeha Sîncanê ku 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe, bê dîtin. Dê pisporên Delegasyona Tirkiyeyê yên ji Yekîtiya Ewropa (YE), nûnerên diplomatik ên Yekitiya Ewropayê û gelek kesên din amade bibin.    100 PARÊZER DÊ AMADE BIBIN   Di danişîna dozê de dê 100 parêzer li salonê amade bibin û siyasetmedaran biparêzin. Nêzî 200 parêzer ji Navçe û Bajarên Tirkiyeyê hatin Enqereyê û şevê din civînek li dar xistin. Parêzeran di civînê de stratejiya parastinê diyar kirin. Dê gelek Serok û Nûnerên Baroyan ku di navde Riha, Amed, Wan, Mêrdîn, Mûş û Îzmîr jî heye li salonê amade bibin. Ji HDP'ê jî dê gelek kes beşdar bibin. Gelek parlamenter, hevserok, rêveberên Meclîsa Jinan ên HDP û nûnerên rêxistinên jinan dê li salonê amade bibin. Rêxistina HDP'ê dê ji ber avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê bi otobusan beşdaran bibin Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Rêxistina HDP'ê dîsa dê ji bo çapemeniyê jî maşîneyekê temîn bike û rojnamegeran ji ber avahiya HDP'ê bibin Girtîgeha Sîncanê.    Di 24'ê Îlona 2020'an de Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata û Emine Ayna jî di navde 20 endam û rêveberên HDP'ê hatibûn binçavkirin. Di 2'ê Cotmehê de 2020 17 kes hatibûn girtin. Siyasetmedarên Kurd Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel ku berê girtî bûn, cara duyemîn der barê wan de biryara girtinê da. Dîsa der barê Gulser Yildirim ku girtî tê darizandin, cezayê hepsa malê birîn. Piştre siyasetmedarê Kurd Îbrahim Bînîcî û gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Bi kesên piştre hatin girtin, hêjmara kesên hatin girtin derket 28’an.    Li gorî agahiyan, parêzer dê daxwazên xwe bînin ziman û ku daxwazên wan bên redkirin dê di nava rojê de, bi rêya dadgeha 22'emîn a cezayên Giran daxwaznameyan ji 24'emîn Dadgeha Cezayên Giran re bişînin.    MA / Zemo Aggoz