Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire 2021-05-18 09:02:07 MÊRSÎN - Derûnnas Mesût Aslan, diyar kir ku fikara ji bo pêşerojê û nediyarî xwekuştinê gur dike. Aslan, destnîşan kir ku dê bi piştevaniyê pêşî li bûyerên civakî bê girtin.  Li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên ku xwe dikujin zêde dibe. Li gor rapora 2018'an a TUÎK'ê di salekê de 3 hezar û 161 kes xwe kuştine. Ên xwe kuştine ji sedî 75,6 mêr in û ji sedî 24.4 jî jin in.    Derûnnas Mesût Aslan, bûyerên xwekuştinê ku bi taybetî di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de zê bûne û sedemên wê nirxandin.     TENDURISTIYA GEL    Aslan, destnîşan kir ku divê sedemên xwekuştinê bi awayekî berfireh bên nirxandin û ji bo vê îşaret bi faktorên wekî aborî, siyasî û çandî kir. Aslan, anî ziman ku xwekuştin pirsgirêkeke tenduristiya gel e û li seranserê cîhanê ji 10 sedemên mirinê yek jê jî xwekuştin e. Aslan, bilêv kir ku piştî ku krîza aborî kûr bûye xwekuştin jî zêde bûye û got: "Di demên dawî de mirov li destê xwe 'nan-kar' dinivîsin û bal dikişînin ser rewşa xwe ya aborî. Rewşa aborî bandorê li ser derûniya mirov dike. Betalî, pirsgirêkên aborî, nexweşî û têkilî faktorên girîng in."    XIZMETA TENDURISTIYÊ    Aslan, diyar kir ku rewşa aborî hem jiyana mirov zehmet dike hem jî dibe sedema xirabbûna têkiliyan û got: "Bêhêvîtî û nediyariyê zêde dike. Zemîna depresyonê amade dike. Ên herî zêde bandorê ji krîza aborî digirin komên rewşa wan a aborî nebaş e. Kesên krîza aborî û civakî ji kûr de hîs dikin, nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiya ruhî bigirin. Ev jî sedemek e."    FIKARA PÊŞEROJÊ Û NEDIYARΠ   Aslan, destnîşan kir ku divê mirov ferdan derî civaka wan nefikire û alozî, xizanî û nediyariya ji bo pêşerojê di kesan de dibe sedema fikar û tirsê. Aslan, anî ziman ku gava ev fikar û tirs demeke dirêj bidme bandorine pir nebaş li kes dikin. Aslan, bilêv kir ku gava hin pirsgirêkên nû li pirsgirêkên berê yên nehatine çareserkirin zêde dibin çareserî dixetime û ev yek fikira xwekuştinê gur dike û got: "Gava kes nikarin xwe ji vê rewşa aborî, civakî, bêhêvî û nedilxweşiyê xelas bikin ajoya jiyanê û mirinê bi ser wan de diçe."    GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYA CIVAKΠ   Aslan, anî ziman ku kes berî ku xwe bikujin vê yekê bi awayekî didin der. Aslan, bal kişand eleqedarî û pêwendiya bi van kesan re û got: "Heger hûn bibînin ev têr nake, dîsa divê hûn vê pêwendiyê bidomînin. Ji lew re rêbaza herî mezin a ku pêşî li ber întiharê bigire pêwendî û piştevaniya civakî ye. Lê mixabin nediyariya ku di demên dawî de li civakê peyda bûye, pratîka alîkariyê ji holê rakiriye. Gava hesta piştevanî û alîkariyê ji holê rabe, devereke ku kes serî lê bide namîne."    BANDORA PANDEMIYÊ    Aslan, destnîşan kir ku qedexeyên di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de tên girtin jî bandorê li depresyona extiyar û ciwanan dike û ji bo xwekuştinên di demên dawî de jî got: "Ev jî nîşaneya ku krîzeke civakî heye."    Aslan, anî ziman ku xelasbûna ji bê krîzê jî ji dêvla çareseriyên şexsî, divê lêhûrbûna li ser çareseriyên civakî zêdetir be û got: "Tenduristiya kes, girêdayî tenduristiya civakê ye. Tenduristiya civakê jî girêdayî ya kes e. Xwekuştina kes jî bi piranî têkildarî pirsgirêkên civakê ye, yanî ev yek ruhê ku civak di nav de ye jî dide der."    MA / Esra Solîn Dal