Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin 2021-05-18 11:33:30   AMED – Kujerên şivan Mehmet Uçgul ku li navçeya Hênê ji aliyê 6 kesan ve hatibû kuştin, li mala Serokê MHP’a Karazê  Mîrza Akdemîr hatin binçavkirin. Kujer hatin binçavkirin û Akdemîr jî hatin berdan.    Di 11’ê gulanê de li gundê Sipir ê navçeya Hênê ya Amedê, 6 kesan bi çekê êrişî şivan Mehmet Uçgul (30) ku sewalan diçirand kiribûn û bi giranî birîndar kiribûn. Tîmên tenduristiyê ku hatibûn cihê bûyerê Uçgul rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Rexmî hemû mudaxaleyan jî Uçgul di 14’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.     LI SEROKÊ MHP’Ê DERKETIN   Cemal P., Mehmet P., Erdal P., Veysî P., Mûstafa P. û Ramazan P. ku Uçgul bi çekê birîndar kiribûn, piştî bûyerê reviyabûn û şopa xwe dabûn windakirin. Di 15’ê gulanê de li ser îxbarekê hat diyarkirin ku kûjerên Uçgul li mala Serokê MHP’â Karazê Mîrza Akdemîr a li gundê Ambarê tên veşartin. Piştre hem kujer hem jî Akdemîr hatin binçavkirin.    SEROKÊ MHP’Ê BERDAN   Kujerên Uçgul piştî ku derketin dadgehê, bi sûcdariya “kuştina qestî û helwdana kuştina qestî” hatin girtin û Serokê MHP’a Karazê Akdemîr jî hat berdan.