Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin 2021-05-18 11:34:13 RIHA - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Bêrecûkê yê berê Yûsûf Yeşîltepe hat binçavkirin.  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Bêrecûkê yê berê Yûsûf Yeşîltepe, li gundê Xervanek ê girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ji ber derbarê Yeşîltepe de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ cezayê hefsê yê teqez heye hatiye girtin û hat hînbûn ku Yeşîltepe birine Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Tê payîn ku di nava rojê de Yeşîltepe derxînin Edliyeya Rihayê û cezayê wî li rûyê wî bê xwendin û bê girtin.