HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî 2021-05-18 12:13:48   ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir ku şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane ji şoreşgeran re mîrateyeke xûrt hiştine û wiha got: “Rihê wan yê şoreşger bangkirina bilindkirina têkoşînê dike.”   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî yek ji qadroyê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer, yek ji rêberê nifşê 68’an û damezrînerê Partiya Komînîst a Tirkiyeyê -Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya ku HDP’ê ya ji bo kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:   “Pêşengên şoreş û demokrasiyê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, lehengên çalakiya agirê çaran û berxwederên Nûrhaqê ji bo ev xaka ku pêşengiya şaristaniyê kiriye azad bibe û ji bo biharê ji gelan re bînin têdikoşiyan û di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan.   HIŞMENDIYA TARÎ JI PÊŞEROJEKE AZAD DITIRSE   Îbrahîm Kaypakkaya ji ber ku ser dida lê qet sir nedida û tu car ji mengiya azadiyê paş ve gav nediavêt di 18’ê Gulana 1973’an de bi îşkenceyên giran hate qetilkirin. Lê ew bi helwest û berxwedana xwe ya bêhempa îro jî riya  têkoşerên azadî û wekheviyê ronî dike. Peyhatiyên zîhniyeta ku li Kaypakkaya îşkence kir û wî qetil kir îro jî şer û xizaniyê wekî qederekî dispêre gelan û li ser kedxwarî û xwinxwariyê desthilatiya xwe didomînin. Ev hişmendiya reştarî herî pir ji têkoşîna hevpar a gelan a di riya avakirina pêşerojeke wekhev û azad ditirsin. Di 18’ê Gulana 1977’an de, bi qetilkirina Hakî Karer ya di encama komployekî de, xwestin ku tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê û tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji hev veqetînin û hevkarî û hevgirtina wan bişikênin.   MÎRATEYA TÊKOŞÎNA BÊHEMPA   Agirê ku Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner li dijî hovitiya 12’ê Îlonê li zindana Amedê pêxistin wekî çalakiya çaran kete dîrokê û di têkoşîna azadiyê de bûn meşaleyên nevemirî. Herwiha bi sedan cangoriyên azadiyê di meha Gulanê de ji nav me koç kirin û wê axa ku ji bo biharê jê re bînin têdikoşiyan hembêz kirin. Di meha Gulanê de me gelek kesên ku tu car cîhên wan tije nabin winda kirin, lê meha Gulanê di heman demê de mîrateya têkoşîna bê hempa ya hatiye hiştine û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî êrîşên faşizan kevneşopiya berxwedanê jî didome. Ev zext û zordarî îro bi destê AKP’ê bi awayekî bênavberî tê meşandin. Lê ew kesên ku ji dîlgirtina siyasetmedaran, ji tayînkirina qeyûman û ji polîtikayên tasfiyeyê serkeftinekî hêvî dikin duh jî têk çûn niha jî têk diçin û wê tu carî bi ser nekevin.   EM Ê ARMANC Û XEYALÊN WAN PÊK BÎNIN   Ruhê Kaypakkaya, Hakî Karer, Sînan Cemgîl, Denîz û ruhên lehengên çalakiya agirê çaran bang li me dike da ku em xeta têkoşînê bilindtir bikin û dawî li vê pergala faşizan bînin. Xwedî lêderketina mîrate û armancên wan cangoriyan, mezinkirina têkoşînê û bi dest xistina azadî , wekhevî û demokrasîyê ye. Em, di serî de têkoşerên ku di meha Gulanê de jiyanên xwe ji dest dane, hemû congoriyên azadî û wekheviyê bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em ji wan pêşengên şoreşê re soza xwe dubare dikin; em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.”