Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin 2021-05-18 12:36:39   RIHA – Malbata Şenyaşar ji bo piştevaniya çalakiya xwe banga têkoşînê kir û got: “Em ê hêviya xwe qet qût nekin.”    Malbata Şenyaşar çalakiya bi daxwaza “edaletê” 71 roj in li ber Edliyeya Rihayêdidomîne. Malbata Şenyaşar ku ji Emîne û Ferît Şenyaşar pêk tê îro jî serê sibehê çû ber Edliyeya Rihayê û daxwaza edaletê kir. Malbatê wek her roj îro jî parêzer û welatiyên çûn edliyeyê derbarê dosyeya dozê de agahdar kir.    ‘BILA EDALET TENÊ NE LI SER TABELAYÊ BE’    Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku têkoşîna wan di roja 71’emîn de berdewam dike û got: “Em ê her edaletê bixwazin. Li gel ku hewa germ e jî em edaletê dixwazin. Tiştên hatin serê me daramek e. Em dixwazin her kesê xwedî wîjdan deng bidin dengê me. Sê ferdên me li ber Nexweşxaneya Pirsûsê li ber çavê her kesî hatine qetilkirin. Heta ku qatîl derkevin holê em ê çalakiya xwe edaletê bidomînin. Em ê hêviya xwe ya ji edaletê qût nekin. Em ji bo piştevaniyê her kesê xwedî wîjdan vedixwînin vir.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî wiha got: “Ne ji bo ku were jibîrkirin… Ji bo ku were zanîn û tişta pêwîst a dewleta hiqûqê pêk were em li ber edliyê ne. Bila tenê edalet ne li ser tabelaya be. Êdî bila ev drama mirovahiyê biqede.”