Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne 2021-05-18 13:27:31   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku Doza Kobanê bi fermanê tê birêvebirin û got: “Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne. Bi taybet wê ev şande bi darizandina vê dosyeyê re wezîfe bi rê ve bibe.”    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ku dozê dişopîne têkildarî dozê ji ajansa me re axivî.    Tiryakî diyar kir ku ji bo şopandina dozê biryarek sînordarkirinê heye û ji bo şopandina dozê rê li ber mijara bazariyê vebûye. Tiryakî anî ziman ku îqtidara AKP-MHP’ê siyaseta xwe ya dîlgirinê didomîne û got: “Ev danişîn berdewama siyaseta dîlgirtinê ye. Hem li ser HDP’ê gef hene û hem jî rêveber û parlamenterên me tên darizandin. Tu eleqeya vê danişînê bi hiqûqê re nîne. Ev ne lêpirsînek sûc e. Ev lêpirsînek cezakirinê ye.”    SIYASETVAN DÎLGIRTÎ NE    Tiryakî da zanîn ku çi zû çi dereng wê ev darizandin bi dawî bibe û wê derkeve holê ku kî sûcdar e û got: “Bila gumana tu kesî tune be. Helbest wê demorkasî û azadî were vî welatî. AKP demên xwe yên dawî dijî. Siyaseta xwe ya dîlgirtinê jî dodmîne. Siyasetmedaran digire û wan didarizîne. Darazê jî wek şivekê li ser me siyasetmedaran bikar tîne.”    ‘GELO DIXWAZIN HIN TIŞTAN VEŞÊRIN?’   Tiryakî li ser astengkirina rojnamevanan ku dozê neşopînin jî sekinî û wiha got: “Dixwazin çapemeniyê ji vê dozê dûr bikin. Dixwazin rojnamevanan asteng bikin. Tiştek veşartî di dozê de nîne. Di serdama darizandinên 12’ê Îlonê de jî rojnamevan beşdarî danişînê dibûn û dişopandin. Sal bûye 2021 lê rojnamevanek nikare bi telefona xwe wêneyek ji ewyana danişînê bigire. Astengkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin. Wisa tê fêmkirin ku dadgeh dixwaze tiştek jî raya giştî veşêre û nahêle rojnamevan dozê bişopînin.”    ŞANDEYEK TAYBET HATIYE ERKDARKIRIN    Tiryakî destnîşan kir ku şandeyek taybet ji bo Doza Kobanê hatiye wezîfedarkirin û wiha got: “Ev ne dadgehek xwedî erka taybet e. Em bi şandeyek dadgehê ku bi taybet hatiye erkdarkirin re rûbirû ne. Ev şandeya dadgehê ya taybet bi xisûsî ji bo darizandina vê dosyeyê hatiye wezîfedarkirin. Ji bo vê yekê jî bêhiqûqiyek mezin li holê ye. Bawer bikin wê ev wisa derbasî dîrokî bibe.”    ‘EM Ê WAN BIDARIZÎNIN’    Tiryakî anî ziman ku Doza Kobanê tenê ne ji bo siyasetmedarên tên darizandinê hatiye vekirin, ev doz li dijî tevahiya kadroyên HDP’ê ye û got: “Ev doz li dijî kurdan hatiye vekirin. Em ê heta dawiyê li dijî vê bêhiqûqiyê derkevin û hiqûq û edaletê biparêzin. Em ê bibînin wê hevalê me neyên darizandinê, wê ew ê darizandinê pêk bînin. Nabe ku berxwedana li dijî hovîtiya DAIŞ’ê hatiye dayîn were sûcdarkirin. Heke hûn bêjin em wan kesên li dijî DAIŞ’ê derketiye didarizînin, wê demê tê wê maneyê ku hûn li cem hovîtiya DAIŞ’ê cih digirin. Tişta ku em dixwazin bêjin jî ev e.  Em ê wan bidarizînin. Ew berxwedan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê hatiye dayîn. Baş e yên ku darizandin kî ne û yê ku didarizîne kî ne? Dîrok wê viya nîşan bide. Dîsa dibêjim, em ê wan bidarizînin.”