Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne 2021-05-18 13:48:16   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ragihand ku di 4 mehên ewil ên salê de li Herêma Egeyê herî kêm 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha çile, sibat, adar û nîsanê de li Herêma Egeyê qewimîn raporekamade kir. ÎHD’ê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Alî Aydin raporê eşkere kir û wan rapora xwe ji berhevkirina serlêdananên bo komeleya wan û agahiyên li ser çapemeniyê amade kirine.    LI QADA JÎNGEHA KEDÊ: HEZAR Û 28 BINPÊKIRIN    Aydin bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya pandemiyê de qewimîne û got di vê pêvajoya pandemiyê de li qada jîngeha kedê li herêma Egeyê hezar û 28 binpêkirin tespît kirine.    3 QAT ZÊDE BÛNE    Aydin bal kişand ser operasyonên Tirkiyê yên dawî ku li derveyî sînor daye destpêkirin û got: “Welat daf didin ber bi şerek giran ve. Gelek maf hatin binpêkirin. Sala par di çar mehên ewilî de 201 binpêkirin qewimîbûn. Di van çar mehên îsal de hema bêje binpêkirin sê qat zêde bûne û 783 binpêkirinên mafan qewimîne. Tundiya polîs û leşkeran jî zêde bûye.”    294 BINPÊKIRINÊN MAFÊ JINAN QEWIMÎNE    Aydin bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinan û destnîşan kir ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê kuştin û tundiya li ser jinan zêde bûye û li herêma Egeyê 294 binpêkirinên mafan ên jinan hatine qewimandin. Aydin bi bîr xist ku sala par di vê serdemê de 141 binpêkirnên mafan ên jinan qewimîbûn.    ZAROK Û PÊNABER    Aydin beşa sernavê binpêkirina mafê zarokan jî parve kir û 33 binpêkirinên mafê zarokan qewimîne. Aydin anî ziman ku penaber li herêma wan bi bûyerên wek tundî, întîhar û destdirêjiyê re rûbirû mane û 2 hezar û 980 heb binpêkirinên mafan ên penaberan tespît kirine.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN    Aydin bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê qewimîne jî û got li girtîgehan 14 binpêkirinên mafan tespît kirine.    BI GIŞTÎ 5 HEZAR Û 304 BINPÊKRIRIN    Aydin destnîşan kir ku di talankirina derdorê û xwezayê de jî 21 binpêkirinên mafan qewimîne. Aydin diyar kir ku kuştin, lêdan û tundî jî di nav de 151 binpêkirinên mafan qewimîne. Aydin destnîşan kir ku di rapora wan a 4 mehan de bi giştî li Herêma Egeyê 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne.