Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî 2021-05-18 16:14:34   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG'ê têkildarî îdiaya Erdogan a derbarê Nuredîn Sofî bersiv da û got: “'Ti rastiya wan nûçeyan nîne ku van demên dawî têkilî hêzên me û qedemeyên fermandariya me têne dayîn.'”   Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya duh de îdia kiribû ku “Berpirsiyarê Giştî yê PKK’ê yê Sûriyê Nuredîn Sofî, di operasyonek bakurê Iraqê de hatiye bêbandorkirin.”    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê îdiaya Erdogan de daxuyanî da û îdiaya wî derewand. Daxuyaniya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin wiha ye: "Dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare ti serketinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serketinên sexte ji xwe re çêbike. Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin."