DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir 2021-05-18 16:52:52   RIHA - Nûnerê Herema Amedê yê DÎSK’ê Hasan Hayrî Eroglû û rêveberên sendîkayê seredana piştevaniyê ya malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya “Edaletê” didomîne kir.   Malbata Şenyar a ku AKP'iyan sê ferdên wan kuştin, çalakiya xwe ya bi daxwaza “edaletê” ya li pêş Edliyeya Rihayê didomîne. Şaxên Sendîkaya Genel Îşê ya Amedê yên Hejmarên 1'an û 2'an  ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ên Şoreşger (DÎSK) seredana Malbata Şenyaşar kirin.    Malbata Şenyaşar bi dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî li şandeya DÎSK'ê kir.    ‘EDALET CIHÊ XWE NABÎNE’   Ferît Şenyaşar ê derbarê dosya dozê û tiştên qewmîne de nûnerên sendîkayan agahdar kir û got: “Heta ku sûcdar bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘EV BÊWIJDANÎ LI HEMÛ MIROVÊN HEREMÊ HATIYE KIRIN’   Nûnerê DÎSK'ê yê Herema Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî wiha got: “Em ji bo piştevaniya têkoşîna hiqûqê ya malbata Şenyaşar li vir in. Beriya sê salan li dijî malbata Şenyaşar bûyereke gelek mezin û bi êş pêk hat. Em van weke cînayetan weke li dijî malbata Şenyaşar hatine kirin nabînin. Ev yek bêwijdanî, bêhiqûqî û bêedaletiya li hemû mirovên li heremê hatiye kirine. 3 sal in edalet cihê xwe nabîne. Li dijî vê 71 roj in têkoşîna edaletê ya malbatê didome. Tişta herî bingehîn ku civakê diafirîne hesta edaletê ye. Ji bo ku em malbata Şenyaşar tenê nehêlin îro li vir in.”