Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan 2021-05-19 09:02:22   WAN - Esnafên li Wanê bertek nîşanî daxuyaniya “em helalbûnê dixwazin” a Erdogan dan û gotin: “Di van şertên zor de me kesî li ba xwe nedît. Em heqê xwe li kesên me di vî halî de hiştin helal nakin.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan gotibû “Em ji însanên me, esnaf û xebatkarên me ku ketine tengasiyê, ji hemûyan helalbûnê dixwazin.” Gotinên Erdogan bi bertekan re rûbirû ma. Nerazîbûna li dijî gotinên Erdogan didomin. Esnafên li Wanê destnîşan kir ku di rojên dijwar de kesî li ba xwe nedîtine û gotin: “Bila îqtidar helalbûnê ji me nexwaze.”    'EM BIRÇÎ VEDIGERIN MALÊ’    Nesîm Balkan ê 22 sal in li Wanê esnafiyê dike diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de esnaf bi pirsgirêkên mezin re rûbirû man û esnaf ji bo ku kirêyên xwe razînin pere deyn dikin. Balkan da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de herî zêde tesîrek neyînî li ser esnafan bûye û got: “Bi taybetî di arefeya cejnê de neheqî hat kirin. Di rojên herî zêde me yê kar bikira, dikanên me girtîbûn. Deynên me hemûyan hene. Em esnafên vir bi rojane dixebitin. Sermayek jî di destê me de nîne. Ez rojek dikana xwe venekim, ez wê rojê birçî vedigerim malê. Yanî wextê em girtî bin, em birçî dimînin. Jixwe em di bin deynan de mane. Rabûye helalbûnê ji me dixwaze. Em heqê xwe helal bikin çi ye nekin çi ye? Li şûna helalbûnê em desteka ji bo esnafan dixwazin.”    ‘HELAL NAKIM’    Mucahît Kaya yê ku bi salan e di sektora zexîreyan de dixebite destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de bi zoriyan re rûbirû mane û got: “Deyn li ser deynan çêbû, em nikarin debara xwe bikin. Ji bo kirêyan piştevanî ji esnafan re nehat kirin, bandorek mezin li ser esnafan bû. Ji ber pere nîne em nikarin tiştek jî bikirin. Qezenca me ya rojane jî em didin heqê eşyayên dikirin. Di pêvajoya qedexeya giştî de me, ji berîka xwe xwar. Niha jî dibêjin me alîkarî kiriye. Lê min tiştek bi navê alîkariyê nedîtiye. Kî heqê min xwaribe li wî an li wan helal nakim. Ên ku bûne sedema vê pêvajoya nexweş, ez heqê xwe li wan helal nakim.”    ‘ME KESÎ LI BA XWE NEDÎT’    Şahîn Sencer ê li Sûka Penêrfiroşan esnafiyê dike jî wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de bandorek neyînî li ser me jî bû. Tu kesî destek neda me. Di vê pêvajoya qedexeya ji binî ve cihê me girtî bû. Heta niha me ji berîka xwe xwar. Kes li halê me jî napirse. Heta niha min 30 hezar lîre kredî kişandiye. Her meh 2 hezar lîre vî deynî radizînim. Em bi tengasiyan re rûbirû mane. Em di vê pêvajoya zor de heqê xwe li kesî helal nakin. Me esnafan di rojên herî nexweş de kesî li ba xwe nedît.”