Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin 2021-05-19 10:34:10 AMED - Nîvê şevê li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê êrişek esmanî pêk hat. 5 sal berê jî balafira F-16 ku dixwest dekeve balafirê hatibû xistin. Rayedarên wê rojê xistina balafirê qebûl nekirin, ji bo êrişa duh bi şev li tavilê daxuyanî dan.    Duh bi şev li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê (Baregeha Jetê ya 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî) ya li navçeya Rezana Amedê êrişek hewayî ango esmanî pêk hat. Du êriş li ser hev pêk hatin. Saet li derdora dozde û nîvê şevê bû. Dengê van her du teqînan li tevahiya Amedê hat bihîstin. Piştî teqîn pêk hatin gelek ambûlans û wesayîtên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Heta berdestî sibê li bajêr tevgera leşkerî hebû û dengê çekan dihat. Tevdîrên rewşa awarte hatin girtin.    DAXUYANIYA EWILÎ SOYLÛ DA    Derbarê êrişa esmanî de daxuyaniya ewil ji Wezîrê Karên Navxweyî Sulyeman Soylû hat. Soylû li ser hesabê xwe yê  Twitterê daxuyanî da û îdia kir ku di êrişan de xesar çê nebûye.    Wezareta Parastinê jî diyar kir ku li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê êrişa esmanî pêk hatiye û îdia kir ku xesara can û mal çê nebûye.    Walîtiya Amedê jî têkildarî êrişê daxuyanî da û îdia kir ku di êrişê de tu xesar çê nebûye.    BALAFIRGEH BERÊ JÎ BÛBÛ ARMANCA HPG’Ê    Heta niha li qada şerê li Başûrê Kurdistanê HPG’ê li dijî artêşa Tirkiyê gelek êrişên esmanî pêk anîne û encama van êrişan eşkere dike. HPG’ê heta niha derbarê êrişa li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê de tu daxuyaniyek nedaye. Suleyman Soylû di her daxuyaniya xwe de ku dibêje “me PKK’ê qedand” lê HPG her roj bîlançoya êrişên hewayî eşkere dike û bal dikişîne ser kuştina leşkeran.    Balafirgeha Leşkerî ya Amedê ku wek navendek fermandariyê ya operasyonên dersînor û hundirîn tê zanîn, beriya niha jî bûbû armanca HPG’ê.    BALAFIRA F-16 HATIBÛ XISTIN    Di 12’ê kanûna 2016’an de balafirek şer a bi navê F-16 dema ji qada operasyonê dihat û dixwest li balafirgehê deyne, bûbû armanca êrişê û li newala ber balafirgehê hatibû xistin. Wezareta Parastinê û Serfermandariya Giştî daxuyanî dabûn û îdia kiribûn ku ji ber sedemek nayê zanîn balafir ketiye xwarê. Lê du roj şûn de HPG’ê daxuyanî da û destnîşan kiribû ku yekîneyek wan bi “rêbazek taybet” balafirê xistiye xwarê. Welatiyên gundê derdorê xistina balafirê piştrast kiribûn û li gel 5 sal bi ser bûyerê de derbas bû jî rapora xistina vê balafirê nehatiye eşkerekirin.