Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn 2021-05-19 15:46:52   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya Hefteya Windayan de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di binçavan de hatibûn kuştin li ser gora wan bi bîr anî.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya Hefteya Navnetewî ya Li Dijî Windayan de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di sala 1995’an de di binçavan de hatin kuştin li ser gora wan bi bîr anî. Bîranîn li ser gorên wan ên li Goristana Taxa Gaziyê ya Stenbolê pêk hat. Rêveberên ÎHD, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoliyê (ANYAKAY-DER) û Hêzên Têkoşîna Yegirtî (BMG) û malbatên Ocak û Karakoç beşdarî bîranînê bûn. Pankarta wêneyên Ocak û Karakoç li serê hat hildan û qurnefîl danîn ser goran.    Di bîranînê de axaftin hatin kirin û hat gotin wê malbatên windayan dev ji Meydana Galatasarayê bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Di axaftinan de hat gotin wê têkoşîna kesên di binçavan de hatine windakirin bi serkeftinê bi encam bikin.