OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir 2021-05-19 16:34:29   MÊRSÎN - OHD’ê û ÎHD’ê diyar kir ku ji ber malbata Kareem a hewlerî kurd bû êriş li wan hat kirin û xwestin polîtîkayên bêcezatiyê yên li dijî sûcê nefretê bên bidawîkirin.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Mêrsînê rapora ku têkildarî êrîşa nijadperest ya li malbata Kareem a hewlêrî hatibû kirin bi civîna çapemeniyê aşkera kirin. Civîn li Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin û gelek parêzer beşdar bûn.    Rapora ku têkildarî êrişî hat amadekirin Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Dîcle Nas xwend. Nas bi bîr xist ku dema malbata Kareem ji bo betlaneyê ji bajarê Hewlêrê yê Herema Kurdistanê diçû navçeya Alanya ya Antalyayê di 13’ê gulanê de li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê rastî êrişeke nijadperest hatine û diyar kir ku piştî êrişê çûbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Anamûrê û seredana ferdên malbatê kiribûn.    BI KEVIRAN LÊ XIST Û BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN   Nas agahiyên ku şandeya OHD’ê û ÎHD’ê di çarçoveya seredanê de bi destxistin parve kir û wiha got: “Li gorî beyanên mexdûr, şahid û dîmenên bûyerê Mushtaq Mahmood Kareem û malbata xwe ya ji bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê ye hat Mêrsînê, piştî pirsgirêka di trafîkê de tê jiyîn, ji aliyê kesên bi guman re li nêzî Gozsuzce Sirtlan a navçeya Bozyaziyê pêşiya wesayita wan hatiye birîn û êrîşkaran ji wan re gotiye ‘ev der axa Anatoliyayê ye tu li ser axa me dixwazê çi bikî’, êrîşkaran pişt re kevir li serî Karemm xistine, bi erdê re kaş kirine û xwestine wî di kendal de biavêjin. Pişt re êrîşakaran hesibandine ku Kareem miriye û ji cihê bûyerê veqetiyane. Dûre sûcdaran li dijî nasnameya Ereb û Kurdan heqaret kirine û gef li wan kesên ku şahidiniya bûyerê bikin kirine.”   Nas anî ziman ku ligel cihê bûyerê herema cendermeyane jî polîsên girêdayî Miduriyeta Polîsan a Anamûrê sînorên cihê peywîra xwe binpêkirine û bêyî parêzer bi malbatê re hevdîtin kirine. Nas bi lêv kir ku dijberî delîl û biryarên ku Dadgeha Cezayê ya Sûlhê û dozgeriyê dan, Midurê Polîsan ê Navçeyê û polîsan xwestine gotinên nijadperest berevajî bikin.   ‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’   Nas da zanîn ku ji ber malbat kurd bû êrişî wan hatiye kirin û xwest ku derbarê Midurê Polîsan ê Anamûrê, Qeymeqamê Navçeyê û polîsan de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.    Nas nêrîn û pêşniyazên şandeyê wiha rêz kirin:    “* Divê sûcê nefretê li gorî penasekirina AGÎT’ê bigirin dest.    * Divê polîtîkayên bêcezatiyê yên li dijî sûcê nefretê bên bidawîkirin   * Divê Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên navnetewî bêkêmasî pêk bîne.”