Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin 2021-05-20 09:00:45   AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dikin û got: "Heger em tecrîda li Îmraliyê bişikînin, edê pêşî li ber operasyonan jî bê girtin."    Li Zap, Metîna û Avaşînê operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), ji 23'yê Nîsanê ve didome. Operasyon bi tevlêbûna mensûbên Artêşa Sûriyeyê ya Taybet (OSO) û pêşmergeyên Rojê dest pê kiribû û paşê eskerên Artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK'ê jî daxilî operasyonê hatin kirin. TSK, piştî ku dît nikare bi pêş bikeve vê carê cerdavn jî daxilî nav operasyonê kirin. Lê dîsa jî her diçe hejmara eskerên dimirin zêde dibin.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyat Ceylan, operasyona TSK'ê nirxand.    PIRGIRÊK KÛR BÛ    Ceylan, diyar kir ku Tirkiye ji sala 1983'yan ve operasyonên derveyî sînor dike, lê belê ev operasyon pirsgirêka kurdî kûrtir kirine û di heman demê de bûne sedema krîzên aborî. Ceylan, destnîşan kir ku operasyon aştiyê civakiyî jî ji holê rakirine û got: "Operasyonan pirsgirêka kurdî kirin pirsgirêkeke kronîk. Her wiha ji ber vê pirsgirêka kurdî bû, pirsgirêkeke navneteweyî. Çareserkirina pirsgirêkê girantir bû. Em bawer dikin ku dê encama êrîşên niha tên kirin jî neguherin. Ev operasyon dibin sedema mirinê, rûxandin û qelskirina rewşa aborî."    LI DIJÎ ÇARESERIYÊ TAHDE    Ceylan, destnîşan kir ku dewlet di warê pirsgirêka kurdî de li dijî pêşniyarên çareseriya demokratîk ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di rêbazên tahdeyê de israr dike û got: "Mixabin îqtidar pirsgirêka kurdî ji bo berjewendiyên xwe bi kar aanîne. Lewma divê hesasiyeta civakî tevbigere. Divê etra me xurtkirina daxwazên ji bo aştiyê be. Divê em ji her kesî re bibêjin ku şer windakirin e."    Ceylan, anî ziman ku operasyona heyî encama tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Heger em tecrîda li Îmraliyê bişikînin, edê pêşî li ber operasyonan jî bê girtin."    MA / Ergîn Çaglar